Open main menu
Qurdeleya sor - semboleke piştgirtiya li mirovên nexweş ên bi û eydzê

Aids, nexweşiya eydzê an jî nîşana nemana bergiriya destketî nexweşiyeke pir xeter e û dibe sedema mirina mirovî. Ew qelskirineke xurt a sîstema bergiriyê canê mirovî ye. Sedema wê vîrus bi navê Hiv (bi îngilîzî, human immunodeficiency) ye. Ev vîrus xeliyeyên taybet ên sîstema bergiriyê dikuje. Pêşî ew xwe di hundirê wan de pir dike, funksyona wan radiwestîne û piştre wan dikuje. Ev yek dibe sedema ku can nema kare wek pêwîst mîkrob, vîrus û kivarkên ku dibin sedemên nexweşiyan, tune bike. Ji ber vê yekê, înfeksyonên ku can wan normal bêyî ti problêman dikuje, bi hesanî derbas dibin û nexweşiyên giran çêdikin. Canê mirovê rehet xwe bi hesanî ji van êrîşan diparêze. Vîrus û înfeksyon bi HIV têne binavkirin. Peyva aids ji îngilîzî acquired immunodeficiency syndrome,bi kurdî wekî nîşana nemana bergiriya destketî bi nav dibe.

Hiv di xwîn, avika mêran an jî ava ziyê ya mirovên bi vê nexweşiyê ketî de peyda dibe. Eger ev avên ku vîrus di wan de pir peyda dibin, bikevin xwîna mirovekî din, vîrûs jî dikarin pê re biçin.

Ev vîrus piraniya caran bi têkiliyên cinsî (seks) bi kesê/a ku ev veyrus pê re hebe, belav dibe. Herweha HIV dikare di rêya xwîna nexweş an jî di rêya derziyên ku berî bikaranîna wan ketibin canê mirovekî biHIVketî, bikeve xwîna mirovî. Jinên ducan(avis) ên ku veyrûsa HIV bi wan re hebe, dikarin di dema avisbûnê û jidayikkirinê de yan jî dema dayina şîr di rêya pêsêran re, vê vîrusê bigihînin zaroka xwe.

Xwe parastinBiguherîne

Kesên ku karê seksî bi gelek kesan re dikin, divê kondoman bi kar bînin. Ta niha, paraztina herî baş bikaranîna kondoman e. Kondom pir tenik in û mirov hema bi tu cudahiyê hest nake, ger mirov wan berdewam bi kar bîne. Herweha divê mirov derziyên ku kesine din bi kar anîbin, bi kar neyne û ji xwe re derziyeke nû peyda bike.

ÇavkanîBiguherîne