Joanna Palani (jdb. 1993 li Ramadî) xwendekareke kurd û şervana Yekîneyên Parastina Jinê ( YPJ ) yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Pêşmerge ye ku li Danîmarkayê dijî .[1]

Joanna Palani
Jiyan
Jidayikbûn1993
Ramadî , Iraq  Iraq
HevwelatîDanîmarka  Danîmarka
NeteweKurd  Kurdistan
Xizmetên leşkeriyê
Pabendî Rojava
biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Joanna Palani ji malbateke kurd a Îranê ye û li kampa penaberan a Neteweyên Yekbûyî li Ramadî ji dayik bûye. Dema ku Palani sê salî bû, malbata wê bi wê re koçî Danîmarkayê kirin.Piştî dibistanê, wê li Zanîngeha Kopenhagê dest bi xwendina felsefe û ramyariyê kir.Di dema xwendina xwe de di sala 2011an de çûye Helebê. Piştî perwerdeya leşkerî ya li gel Yekîneyên Parastina Jinên Kurd, di sala 2014’an de beşdarî şerê Kobanê û sala 2016’an jî di şerê Minbicê de bû.Şeş meh di nava YPG'ê û 6 mehên din jî di nava Pêşmergeyê de bû.[2] Li gorî nûçeyên çapemenî, wê zêdetirî sed terorîstên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê di dema leşkeriya xwe de weke sekvanek kuştine û di azadkirina zîndaneke Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de bi keçên temenbiçûk yên ku bi darê zorê hatine laşfiroşiyê de beşdar bûne.[3]

Di sala 2016’an de di dema serdana malbata xwe ya li Danîmarkayê de, Palani ji bo 12 mehan derketina derve hat qedexekirin.[4] Piştî ku di hezîrana 2016'an de her wiha çû Dohayê, ew hat binçavkirin.[5]Ger Palani bê sûcdarkirin, heta du sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin. Bingeh zagonek e ku Danîmarka di adara 2015an de ji bo rêgirtina li ber geşta alîgirên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê bo Rojhilata navîn derxistiye holê.[6][7]

Li gorî Palani, ew nikare vê nêzîkatiyê fêm bike ji ber ku mafê xwe yê parastina welatê xwe yê kurdî li dijî rêxistina terorîst a Dewleta Îslamî bi kar aniye.

Ew dibêje ku ew ê her weha çekan hilgire da ku welatê xwe yê duyemîn, Danîmarka biparêze, û bawer dike ku wê di şerên şerê navxweyî li Sûriyê de nirxên Ewropayê parastiye.[2]

Palani li Kopenhagê dijî û dixwîne.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Kramper, Gernot (5 hezîran 2016). ""IS-Kämpfer sind ganz einfach zu töten"". Stern.de (bi almanî). Roja gihiştinê 9 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  2. ^ a b "Danish woman who fought against Isis faces jail sentence". The Guardian (bi îngilîzî). 19 kanûna pêşîn 2016. Roja gihiştinê 9 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  3. ^ Whyte, Lara (25 gulan 2016). "The Girl Who Ran Away to Fight ISIS". Vice.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  4. ^ Fagge, Nick Fagge; Whyte, Lara (7 sibat 2017). "EXCLUSIVE - 'ISIS want to kill me, capture me and turn me into a sex slave': Danish student branded a terrorist after training as 'Lady Death' sniper to fight jihadis in Syria reveals she has lost everything". Daily Mail (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  5. ^ Andrea, Andrea (21 kanûna pêşîn 2016). "Sie tötete und rettete". Tages-Anzeiger (bi almanî). Roja gihiştinê 9 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  6. ^ Ramadan, Dunja (26 kanûna pêşîn 2016). "Gute Kämpfer, böse Kämpfer - rein rechtlich kein Unterschied". Süddeutsche Zeitung (bi almanî). Roja gihiştinê 9 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  7. ^ "Danish woman faces jail time for traveling to MidEast to battle ISIS". The Jerusalem Post, (bi îngilîzî). 19 kanûna pêşîn 2016. Roja gihiştinê 9 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: url-status (lînk)