Jiyana Rewşen (kovar)
Jiyana Rewşen kovareke kurdî ye ku di sala 1997an de di binê banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de derketiye. Jiyana Rewşena dûmahîka kovara Rewşenê, kovareke çandî hunerî û wêjeyî bû. Kovar bi periyoda mehane li Stembolê derdiket. Ev kovar heta navîna sala 2002yan, 51 hejmar derçû. Kawa Nemir bi salan gerînendetiya kovarê kiriye.[çavkanî hewce ye] Piştî girtina wê bi demekê kurt bi navê Rewşen-Name kovareke din dîsa li jêr edîtoriya Kawa Nemir û bi desteyeke weşanê ya fireh dest bi weşanê kir, lê ev kovar bi tenê sê hejmar derçû û bi vî awayî jî, kelepora Rewşenê ya ku ji sala 1992yan û vir de bû dom dikir, kutayî pê hat.
Di warê pêşketin û geşedana zimanê kurdî de, van her sê kovaran roleke xwe ya mezin heye. Îro gelek şagirtên Jiyana Rewşenê bûne nivîskarên gihiştî û gelek ji wan jî xwedî pirtûkan in.
Çavkanî
biguhêre
Ev gotara têkildarî kovarekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |