Jajiyê hêlizê li gelek deverên Kurdistanê tê zanîn. Mirov dikare tenê jî bixwe lê ev pêxwarineke pêjgeha kurd e. Ango pirranî bi xwarinên din re tê ser destexaneyê (sifre).

Ji hêlizê re pîjinda, şiwît (şiwêt, şewid) jî dibêjin ku di zanistiyê de navê wê anethum e.

Hêliza bejî û bêxwedîtiya pincarên Kurdistanê biguhêre

Hêliza bejî jî heye ku ew pincareke gelek biqîmet e, ji çiyayan berhev dikin. Mixabin ji ber ku li Kurdistanê çandiniya van pincarên giranbiha nayê kirin û kurd tenê berhev dikin, gelek pincar winda dibin, hêliza bejî (kinkora bûkê, hevliz jî dibêjin) jî li ber windabûnê ye.

Berkelî (melzemeyê xwarinê) biguhêre

Çêkirin biguhêre

Hêlizê bixaşînin û 2-3 rojan di nava avê de bihêlin, bila taliya wê here. Paşê derînin, biguvêşînin û bidin ber tavê yan bi awayekê din hişk bikin.

Hêliza hişkkirî bikin nava ava germ bila nermijî bibe. Bidarivînin, biguvêşînin, xwê pê werbikin û bikin nava eyarê. Heger eyar nîne, bikin kûpekê. Mast berdin navê û devanga wê bigirin. Bila 10 rojan bimîne.

Gava we pêdivî dît, derînin û wekî pêxwarinekê bînin ser destexaneyê.