Imre Kertész [ˈimrɛ ˈkɛrtes] (jdb. 9ê çiriya paşîn 1929 li Budapeşt, Mecaristan) yek ji nivîskarên navdar ên Mecar e. Di sala 2002î de xelata Nobelê ya wêjeyê wergirtiye.

Imre Kertész

Jînenîgarî biguhêre

Ji ber ku malbata wî Cihû bû, di dawiya zaroktiya xwe de ji aliyê sazûmaniya Nazî ve tê dîlgirtin û li kampa konsantrasyona mirovan a Auschwitzê bi qasî salekê dimîne. Sala 1948î dest bi karê rojnamevaniyê û piştre jî nivîskariyê dike. Li dijî sazûmaniya realsosyalîst a Mecaristanê jî têdikoşiya. Ev yeka han bandora xwe li çapkirina pirtûkên wî dikir. Di nivîs û pirtûkên xwe de pirranî behsa barbariya li Cihûyan hatibû kirin dikir.

Hin ji berhemên wî biguhêre

  • Sorstalanság (1975) Bêmiradî
  • A nyomkereső (1977)
  • Detektívtörténet (1977)
  • A kudarc (1988) Pûçderketin
  • Kaddis a meg nem született gyermekért (1990) Dia bo zaroka nebûyî
  • Az angol lobogó (1991)
  • Gályanapló (1992)
  • A holocaust mint kultúra : három előadás (1993)
  • Jegyzőkönyv / Imre Kertész ; Élet és Irodalom / Esterházy Péter (1993)
  • Valaki más : a változás krónikája (1997)
  • A gondolatnyi csend, amíg a kivégzőosztag újratölt (1998)
  • A száműzött nyelv (2001)
  • Felszámolás (2003) Têkbirin