Hansel û Gretel

Çîrok

Hansel û Gretel (bi almanî Hänsel und Gretel) çîrokeke ji aliyê Birayên Grimm ve ye û wana jî çîrok ji aliyê Giambattista Basile ve lê hatin anîn, lê ku koka çîrokê germanî ye angaşt dikin.

"Hansel û Gretel" li gorî Arthur Rackham (1909)

Hansel û Gretel zarokên darvanekî hejar ne û wê bi jina xwe li daristanê de dijî. Wexta rewşa wana pir xirab dibe dêmarî mêrê xwe razî dike ji bo herdû zarokan tenê li daristana bi ber dixin. Darvan di roja din wana dibe daristanê. Hansel ema debavê xwe li deri yê guhdarî kirî bû wisa ji wê planê xeber jê distend. Ew di riya wan kevir dirije û bi wê şopê ve zarok dîsa vedigerin malê. Plana dêmarî wisa pûç dibe. Dê û bav dîsa dicerbînin ji bo zarokan tênê li daristana bi ber bixin û wê cara ewî diserkevin. Wê carê tek çêniyekê nan cem wan herdû zarokan he. Hansel nanê hûr dike ji bo şop çê ke. Balindeyan ema wan firdikên nanê bikul lê dixin. Zarok wisa na bînin malê û winda dibin. Di roja sêyemîn ewna li daristanê de malekî dibînin wê tam ji nan , kulîçe û şekir çêkiri ye. Li vir ema pîrelkeke pîrhebokeke mirovxwer dijî. Pîrhebok wan herdu digirê, Gretel dixe cêriye xwe, Hanselê davêje hundirê rekehê û pir xwarin dide Hansel ji bo ew gir be û paşê wê bixwe. Pîrheboka nîvkor ji ber ku bizane ku Hansel gire ew dest dide li ser tiliyên wê. Hanselê fêlbaz ema hema hestiyek zirav dide destê pîrhebok. Wexta pîrhebok dibîne ku Hansel gir nabe ew dixwaze Hansel hema bibiraştîne. Pîrhebok Gretel re ferman dike ji bo binêre ku argûn kele. Gretel ema pîrhebok re derew dike û dibêje ew bi xwe biçûke û pîrhebok gereka bi xwe vebinêre. Wexta ew argûnê vedike Gretel pîrhebokê hundirê argûnê de tê ve dide. Zarokan gencîneyên pîrhebok xwe re hildidin û vedigerin malê cem bavê xwe. Dêmarî vê navberê de miri ye. Ewna îcar bextewerin û bê birçîbûnê dijîn.[1][2]

Çavkanî biguhêre