Hamşen

(Ji Hamşenî hat beralîkirin)

Hamşen (bi ermenî: Համշենցիները, hamşentsînerî, bi lazî: armenî, sûmexî, bi romî: Hemşinli, rûsî: Амшенцы, amšency) şaxek ji gelê ermenî ye. Li parêzgehên Artvin, Rize, Trabzon yên Tirkiyeyê û Erzîroma bakurê Kurdistanê cihwarbûyî ne.

Hamşen
Gelhe tevahî
150,000[1][2] - 200,000[3]
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
 Tirkiye150,000[4]
 Rûsya1,047[5]
Ziman
Zimanê dayîkê ermenî (zaravayê hamşenî), Zimanên din
tirkî, kurdî
Baweriya dînî
Îslam
Jinên Hamşen bi serê xwe laçikên kevneşopî bendkirine (ji parêzgeha Rize)

Gelheya wan 150.000 heya 1.000.000'ê tê îdiakirin. Gorî hin çavkaniyên ewropayî, nifûsa wan 700.000 e[çavkanî hewce ye]. Baweriya îslamê dihewînin, ji aliyê mezhebî ve, sunî ne. Navê xwe dane bajarokê Hemşinê jî. Parek ji wan, xiristiyan in.

Dîrok biguhêre

Ji ber sedemên polîtîk û olî, hejmara hamşeniyan roj bi roj kêmtir dibe. Gelek ji wan koçberê Rûsya, Ermenistan, Gurcistan û bajarên Tirkiyeyê bûne. Ew jî wekî kurdan li dijî ramyariya pişavtinê ya dewleta Romê têdikoşin. Zimanê wan hamşenî, zimanê ermenî bi xwe ye. Cudatiya wan ew e ku bêhtir di bin bandora asîmîlasyona romîkî (tirkî) de mane, gelek bêjeyên romîkî û erebî ketine zimanê wan.

Piştî Nîjadkujiya ermeniyan (1914 - 1915), tirk ermeniyan wekî dijmin binav dikin. Ermeniyên ji terteleyê filitîne, ji bo xwe biparêzin, jiyana xwe bidomînin mecbûr dimînin xwe di jiyana rojane de şûnve bigirin. Newêrin bi hêsanî di nava gel de bi zimanê xwe bixavin. Ev yeka han asîmîlebûna wan zêdetir dike. Herçendî ji aliyê olî ve misilman in jî, rastî pêkutiyan tên ku bi eslê xwe ermenî ne.

Siyaset biguhêre

Heya salên 1990'î gorî bîrdoziya fermî ya tirk ew jî wekî kurd, terekeme ûêd tirkên çiyayî bûn. Berê tirk bûne, di nava ermeniyan de heliyane. Di sedsala 15em de ola îslamê pejirandine, lê her li ser zimanê ermenî mane.

Pêşangeh biguhêre

Mijarên têkildar biguhêre

Giredanê dervê biguhêre

Çavkanî biguhêre