Hüseyn Çelebi (jdb. 1967 − m. 1992), şoreşgerê ciwan ê kurd û çalakdarê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li Almanyayê bû ku ji malbateke dêrsimî di sala 1967an de li bajarê Hambûrga Almanyayê hatiye dinyayê. Piştî komkujiya Dêrsimê ya di sala 1938an de, malbata wî mala xwe koçber kiriye Anatoliya Navîn. Pişt re mala xwe dîsa koçber kirin û ber bi Stembolê û Almanyayê ve çûne.

Hüseyin Çelebi
Jidayikbûn22ê îlona 1967an
Mirin1ê kanûna paşîn a 1992an (24 salî)[çavkanî hewce ye]
PîşeÇalakdarê siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ji ber perwerdehiya bavê xwe ku welatparêzekî bi hêz bû, wî ji zarokatiya xwe gavavêtinên ber bi polîtîkayê kirine. Di 1ê îlona 1974an de, bi bavê xwe re tevlî şermezarkirinên polîtîkayên reş ku bi komkujiyên mezin bi dawî bûn tevlî bû, wê demê ew heft salî bû.

Li dibistanê bêhtirî mijarên dîrok, polîtîk û zimanên beyanî hez dikirin û hînî zimanên inglîzî û spanî bû.

Di nava alîgirên çepên tirk de mijara pirsgirêka kurd anîbû ziman. Lê ne tenê ji bo kurdan, ji bona gelên Amerîkayê Başûr û gelên Afrîka jî difikirî.

Di dawiya salên xwe yên dibistana bilind wî dest bi nivîsandina kurteçîrokan kir[çavkanî hewce ye].

Di dest pê ka salên 1980an de gava ku xwendevanê zanîngehê bû endametiya gelek rêxistinên çep ên cûda cûda kiribû. Wan deman hem jî ji bona komala kurdan dixebitî. Bi baxaneya ku gelek caran tev bi têkoşînên polîtîk bû ew cara bi cezaya perê hatibû girtin. Di nava salên 1980an de êdî hemû hêza xwe ji bo têkoşîna Kurdistana azad pêşxistiye.

Di sala 1986an de li Zanîngeha Düsseldorfê dest bi standina dersên li ser mijara sosyolojiyê kiriye. Di salên xwe yên xwendevaniyê de bi kovara Rapora Kurdistan – ku bi zimanê almanî dihat nivîsandin – roleke mezin lîst. Dû re demek ji bo Kurdistan Zentrum (Navenda Kurdistanê) jî xebitî.

Di sala 1988an de, dema ew berpirsyarê PKK yê Ewropayê bû, Hüseyn Çelebi hate girtin. Komara Federal a Almanya dozeke herî mezin di dîroka xwe de li dijî Hüseyin meşand. Navê vê dozê Doza PKKyê li Düsseldorfê (bi almanî: Düsseldorfer PKK Verfahren) bû. Du salên bê têkiliyên derve di zîndana Wuppertalê de ma. Ji bo parêzvaniyên dozê di baweriya kûr de ma. Ji ber wan xebatan gelek girtiyên PKK yên din azad hatine berdan[çavkanî hewce ye].

Di destpêka sala 1990an de wî tev bi vekirina komala Hevalên Gelê Kurdistan xebatên xwe domandin. Gelek caran wî bi çepgirên alman re li ser mijara pirsgirêka kurdî gotûbêj û axaftin kirin; bi saya wî, gelek mirovên alman nêzîkî doza kurdan bûn. Di van salan de Çelebi bû sosyalîstekî radîkal.

Di sala 1992an de çû çiyayên Başûrê Kurdistanê. Di dema ku hêzên PDK û YNK bi dewleta tirkî li dijî PKK xebitîn bû gerîla û li dijî wan şer kir û hat kuştin.

Di kongreya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) ya duyem a ku di sala 1992an li Ewropayê pêk hat ji hêla xwendevanên kurd ve bi awakî giştî serokê rûmetê hate hilbijartin.

Çavkanî biguhêre