Şax, Cizîr

(Ji Gundê Şaxê hate beralîkirin)

Şax (bi tirkî: Çağlayan) gundekî Cizîra Botan a Şirnexê ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye şewitandin.

Şax
Çağlayan
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Şirnex
Navçe Cizîr
Demografî
Gelhe ? kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°22′55″Bk 42°19′49″Rh / 37.38194°Bk 42.33028°Rh / 37.38194; 42.33028
Bilindayî ~ 580 m
Koda postayê 73200
Koda telefonê (+90) 486
Nexşeya cihan Tirkiye
Şax is located in Tirkiye
Şax
Şax

Gundê Şaxê yek ji gundên dîrokî û kevnare yên girêdayî navçeya Cizîrê ye. Şax cih û warên mala Bedirxaniyan bû.

Dîroka gundê ŞaxêBiguherîne

Gundê Şaxê seyrangeha mîran bû. Ev gundê xweza ya wê bêhempa herkes kiribû heyranê xwe. Evî gundî malxwêtiya gelek şaristaniyan kiriye. Ji xwe ev rewş ji bermayiyên wan şaristaniyan yên li gund de tê fêhmkirin. Ew Şaxa ko ji artêşên Îskenderê Mezin û Tîmûr re singa xwe kirî çeper, dikeve qûntara Çiyayê Çekoyê li aliyê rojhilatê Çiyayê Cûdî. Li gorî çavkaniyên mîtolojîk Şax, piştî tofana Nûh pêxember hatiye avakirin. Hawidûrên Şaxê bi suran hatiye dûrpêçkirin.

Kelheyên devera ŞaxêBiguherîne

Li Şax û hawirdûrên wê de bi navê Kelha Dûşê, Kelha Çeko, Kelha Keçê, Kelha Kirtî (Kelha Mamgûrî), Kelha Bêgîne, Kelha Xirabe (Kelha Birahîm Paşa) û Kelha Bedirxan Begê, li ser hev heft keleh hene.

Di van kelhan de dewsên cûre cûre şaristaniyan xweya dikin. Di nav van kelhan de Kelha Bedirxan Begê, 365 odeyên wê hene û li aliyê rojhilatê kehlê li wî kevirê kelih ser hatî avakirin de şkeftek bi destan hatî çêkirin heye û derincên diçe şkeftê jî bi kolandina kevirî hatiye çêkirin.

Ji bo pêşwazîkirina hewceyî ya avê di nava kelhê de serhincek heye. Ji bo avê bînin ser kelhê dîwarek nêzîkî 300 metreyan dirêj û 5 metreyan bilind hatiye avakirin û li ser wî dîwarî re cûya avê hatiye çêkirin û ava kelhê li ser wî dîwarî re hatiye anîn. Ava kelhê bi wî awayî dihate pêkanîn. Di kelhê de ji bo derketina ji derve tenê deriyek li aliyê Taxa Hêşetê heye. Li aliyê başûrê kelhê Mizgeftek li aliyê bakûrê kelhê jî Dêrek hatiye avakirin. Hawidûrên Şax bi sûrhan hatiye dûrpêçkirin. Li gorî firehiya wan sûrnan û li gorî eserên li navbeyna wan sûrhan de hatîn dîtin tê zanîn ko Şax di wî demî de bajarek pir mezin û xwediyê şaristaniye pir zengîn bo.

Medreseya ŞaxêBiguherîne

Di nava Şaxê de medreseyeke bi navê Medreseya Şazeh ji aliyê ji Mîrên Cizîrê Mecdedînê kurê Emîr Evdal ve hatî avakirin heye. Wextê bê xwestin bê çoyîn diwanxaneya Kayser ewa li aliyê bakûrê Şaxê, ji Şaxê heta bi gihê serê çiyê li cem diwanxaneya Kayser, mirov rastê şeş heykelên li ser keviran bi tarzên wekhev hatîn çêkirin tê.

Heykelên ŞaxêBiguherîne

Heykelê yekemîn yê li ser rêka Dîwanxaneya Kayser, pêşberê kelha Bedirxan Begê de Çiyayek bi navê “Berê Kelhê” heye. Li bin wî çiyayî de du şkeft hene. Bi derincên bi kolandina keviran hatin çêkirin e hilkişandina ji bo wan şkeftan. Nêzîkî wan şkeftan li ser kevirek nêzîkî erdê figûrên zilamek ji nevkê û evraz hatî çêkirin heye. Li ser serê wî kûm heye û zilamek bi rih e, li destê wî yê çepê de di rasta singê xwe girtî xencerek heye. Bi destê xwe yê rastê, bi tiliya şehdê Kelha Keçê nîşan dide.

Heykelê duwemîn, ji yê yekemîn nêzîkî 500 metreyan pêşdetir li aliyê bâkûr ve li nêzîkî wî cihê ko sûrha Şaxê digihê çiyayê Berê Kehlê, li ser rûyê kevirê çiyayî, bi çar metreyan nêzîkî erdê hatiye çêkirin. Ebadên wî nêzîkî mirovekî bi rastî ne. Bejna wî temam e, bi rihe û li ser serê wî jî kûm heye. Di destê wî yê çepê de xencerek, herwekî ji ber kemera xwe re hilkişandî, heye. Bi destêxwe yê rastê, bi tiliya şehdê Kelha Keçê yan jî Şkefta Kûnbayê nîşan dide. Li ser wî cûbeyek dirêj heta tê ser lingê wî heye û liser cûbeyî kemerek li ser nêva wî re hatiyî girêdan heye û lingê wî jî pêxwas e.

Demê mirov 300 metreya pêşdetir biçe, mirov rasta derinceyek ko di hilkişêt li ser Berê Kelhê tê û navê jî Derinca Xûşabê ye. Piştî mirov ji wê derincê hilkişa bi sed metreyan mirov rastê heykelek li ser rûyê kevirek nêzîkî du metreyan bilind, 50 cm ji erdê bilindtir û ji nêvkê evraztir hatî çêkirin tê. Tişta vî heykelî ji wan heykelên dî cûda dike, li ser serê vî heykelî re rêzek nivîs heye û wê nivîsê de jî “QOYN” herf eşkere tên xwuyakirin.

Heykelê çaremîn ji yê sêyemîn 300 metreya pêşdetir, nêzîkî Dîwanxaneya Kayser li aliyê çepê, li ser rûyê kevirek hişk, wekî natorvanekê li ser piyan rawestayî hatiye çêkirin. Ev figûr ji wan figûrên dî çêtir bi rêkûpêk hatiye çêkirin. Li ser serê wî kûm heye, pêxwas e û cûbeyê wî dirêjî ser lingê wî dibe. Bi teybetî rihê wî bi şehkirin û rêkûpêkbûna xwe gelek balkêş e. Di destê xencerek nêzîkî singa xwe girtî heye. Bi tiliya xwe ya şehdê ya destê rastê ew jî îstîqameta wan heykelên dî nîşan dide.

Heykelê pêncemîn bi deh metreyan nêzîkî Diwanxaneya Kayser li ser rûyê kevirek di nîvîre boyî dû qet hatiye çêkirin. Dema mirov biçe li cem Dîwanxaneya Kayser divê mirov di navbeyna wan herdû kevirên ji hevdû hatîn qet kirin re derbaz bibe. Dema mirov di navbeyna herdû keviran re derbaz bibe, mirov rastê figûrê zelamekê, li ser rûyê kevirê aliyê rastê bi 50 cm ji erdê bilindtir tê. Ev heykel jî heman wekî wan heykelên dî ne.

Heykelê şeşemîn di nava dîwanxaê de ye. Ji bilî van berheman li Şaxê dêreke dîrokî bi navê û pirek li ser ava Nêrdûş bi navê Pira Bagozê heye. Ji bilî vê pirê jî li ser ava Nêrdûş sê pirên dî jî hene. Yek ji wan di geliyê Şaxê de li ser rêya diçe Kelha Bêgîne ye. Herdû pirên dî li binya Şax'ê ew jî li ser ava Nêrdûş hatine avakirin, bes yek ji wana xirabeye navê wê jî Pira Şkestî ye, ya dî li ser lingan hêja avaye, navê wê Pira Aşa ye. Pira Gelî di sala 1975'an de hatiye temîr kirin.

Şax di Şerefnameyê deBiguherîne

Di kitêba dîroka Kurd Şerefnameyê de dema behsa Şaxê dike pesnê wê bi xweşiya Hinarê wê dide. Ji bilî wê dibêje:

"Di Şaxê de ermenî,fileh û qebîla şildiyan dijîn. Jiyana misilman, ermenî û filehên kildanî bi hev re di vê herêmê de û heyîna dêr û mizgeftê bi tevde di kelha Bedirxan Begê de nîşan dide ko di vê herêmê de di navbeyna çand û baweriyan de hevkarî, lihevkirin û aşîtî hebû. Ew nivîsên bizmarî yên li ser keviran jî nîşan dide ko ev herêm jibermayê bajarekî antîk e."

Ji berya zayînê ve, di salên 330'an de, ev herêm ketiye bin hakimiyeta Iskenderê Mezinmakedonî de û li bermayên wan jî di vê herêma antîk de lê tê rasthatin. Li cihên cûda cûda şeş heykelên li ser keviran hatîn çêkirin, herwekî bi hevdû re şêwirîn hemi yek aliyê nîşan diden. Li gorî hinekan ev tevde xezîneyekê işaret dikin, li gorî hinekan jî ew tiliyên aliyê rojhilat nîşan diden, dema İskenderê mezin viyayî li Cûdî re derbaz bibe, bi hezaran leşkerên wî di Cûdî de telef bowîne, ev heykelên he balkêşiya mirovan li ser heybetiya çiyayê Cûdî dikin.

ÇavkanîBiguherîne