Gram (mîtolojî)

(Ji Gram ( mîtolojî) hat beralîkirin)

Gram (bi Norsiya kevn: Gramr, yek bi yek : Grimm) di mîtolojiya norsî / germanan de şurê Sigurd e . Li cem Richard Wagner, navê Gram Notung (di partisyonê û jêgirtina piyanoyê de wekî Nothung hat nivîsandin); di Strana Nibelungan de şûrê Siegfried bi pêşçîrokekî cuda ye û jê re Balmung[1] tê gotin.

Odîn li Hola Völsungsê (wêne ji sala 1905ê)

Efsane dibêje ku xwedawend Odîn li hola Völsungê, bapîrê Sigurdê şûr avêtibû nav dara sêvê, bi nîşana ku tenê ew kesê ku ji bo wî armanc bû dikare wî derxe. Sigmund, kurê Völsung û bavê Sigurd, diserkeve ku şûrê ji dara sêvê derxe.Bi xemgîniya Sigmund re, Odin di şerê li dijî kurên Hunding de xêra xwe vekişîne û xwe hesinê şûrê Sigmund dişkêne. Berî ku Sigmund tê Valhallê, ew jina xwe Hjördis re pend dide ku xopana şûrê ji bo kurê xwe yê nezayînî Sigurd bigire. Bi alîkariya Regin, Sigurd şûrê nû ji xopanê çê dike û navê wê şûrê Gram lê dide.

Sigurd şûrê Gram diceribîne, li gorî Johannes Gehrts

Ew bi Gramê ji bo bavê xwe re tol hildide û dû re ejdeha Fafnir û Reginê dûrû dikuje. Piştî mirina Sigurdê, Högni (Hagen) ew çek ji xwe re hildide û şûrê di şerê dawîn ê yê burgundiyan li keyaniya Atillayê (Etzel di Strana Nibelungan de û di dîrokê wek Atila hate pejirandin) jî bikartîne. Di hin çîrokan de Hildebrand şûrê digire, di ya din de ew di vê demê de ji naverokê winda dibe.

Çanda gelêrî biguhêre

Şûr di lîstika vîdyoya hi sala 2017ê Hellblade: Senua's Sacrifice de tête xuyakirin, li ku derê di şer de ji hêla karakterê sereke, Senua ve tê dîtin û tête bikaranîn. Jêdera şûr ji hêla hevala Senuaê Druth ve tête vegotin, tevî çîroka Sigmund û Sigurd.

Gram şûrê yek destî ye ku di rêzelîstikên vîdyoyê yên Castlevania (Symphony of the Night, Aria of Sorrow and Harmony of Despair) de xuya dibe.

Şûrekî sêrbaz û hêzdar, bi navê Balmung, di lîstika vîdyoyê Myth II: Soulblighter de he ye .

Gram di lîstika vîdyoyê Warframe de şûrekî giran e (şûrê du destan), şûr bi guhartoyek bi taybetmendiyên çêtir ên bi navê Gram Prime jî heye.

Gram (di bin navê "Nothung" de) di xêzefîlma Cartoon Networkê Adventure Time de şûrê lehengê efsanewî Billy ye .

Fîlozof Ludwig Wittgenstein di berhema xwe Philosophische Untersuchungen de li ser Gram (bi karanîna navê "Nothung") vedibêje.[2]

Gram di nav rêzelîstikên vîdyoyî Soul Calibur de ji hêla Siegfried ve tê bikaranîn.

Gram ji hêla Kohri ve di lîstika Phantasy Star Online 2 de tê bikaranîn.

In Konosuba erhielt Mitsurugi Kyouya von Aqua das 'Cursed Sword Gram' und tötete damit einmal einen Drachen.

Di rêzeya Konosuba, Mitsurugi Kyouya ji hêla Aqua Cursed Sword Gram werdigire û ew wê şûrê bikartînine da ku ejdehayek bikuje.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ The Nibelungenlied – A Prose Translation (bi îngilîzî). Terciman: Armour, Margaret. London: JM Dent. 1934 [c.1200]. Roja gihiştinê 24 nîsan 2022. {{cite book}}: |xebat= tê tine hesibandin (alîkarî)
  2. ^ PI §44; ISBN 978-1-4051-5929-6