Gotûbêja kategoriyê:Şehîd

(Ji Gotûbêja kategoriyê:Pakrewan hat beralîkirin)
Şiroveya dawî: berî 13 salan ji aliye Takabeg ve

What is the meaning of "Şehîd"? ıs it the same with "martyr" in English, "şehid" in Arabic (who died for religion) or something like "dead" in English? Khutuck 14:07, 18 tîrmeh 2008 (UTC)Bersiv bide

Birastî hin nakokî hene di kategorîkirina şehîd de. Hin şoreşgerên Tirk (Deniz Gezmiş hwd) we xistiye bin kategoriyê lê dîsa şoreşgerekî Tirk Ibrahim Kaypakkaya nexistiyê. Endamê partiyan erê lê çima kesên ji partiyan veqetîne û di doza xwe de jiyana xwe jidestdane nabin şehîd? Pîvana we çiye? Yan pîvana xwe kivşe bikin an jî dê Tirk herûher rika xwe berdin me. Ew bi îngîlîzî di gelek cihan de giliyê me dikin.

Wekî pêşniyar:

  • Kesên Kurd (an ji Kurdistanê, Asûrî hwd) ji bo doza azadiya Kurdan (an Kurdistaniyan) têkoşiyane û ji aliyê dijmin an bi sedemên xwezayî dawî li jiyana wan hatiye.
  • Kesên ji hemî hêz, partî û berên Kurdistanê ne.
  • Kesên di şerê ku dagirkeran daye destpêkirin birakujiyê de jiyana xwe jidestdane. Tewanbarê birakujiyê dagirker bi xwe ne. Sedem çi dibin bila bibin kesên di birakujiyê de jiyana xwe jidestdabin şehîd in.

Wekî mînak, Deniz Gezmis behsa biratiya Kurdan kiriye lê ji bo Kurd û Kurdistanê tênekoşiyaye. Behsa "Tirkiyeya serbixwe", "Dûgela serbixwe" kiriye. Pesnê Kemalîzmê daye ku kemalîzm bi xwe wekî Nazîzm, Apartheid hwd tewanbariya mirovahiyê ye. Hûn dizanin lê bêî prînsîp em nikarin bêalî bin û ensîklopedîgeriyê bikin. Ensîklopediya Tirkan jî heye bila ew xwedî li şehîdê xwe derbikevin. Em çima şehîdên îngîlîzan jî nakin bin kategoriya xwe? Vir ensîklopediya Kurdî ye? --Bablekan 02:39, 19 tîrmeh 2008 (UTC)Bersiv bide

Raste, divê hinek pîvan hebin, eger nebin, binavkirin dibê dilxwazî. Pivanên ku kek Baklekan rêz kirine ez jî di cih de û biwate dibînim: Kesên ku ji Kurdistanê ji bo doza Kurdistanê têkoşiyane û di vê têkoşînê de, bi çi awayî bibe bila bibê, jiyana xwe ji dest dane, ew şehîdên Kurdistanê ne. Kesên weke Deniz Gezmis û Ibrahim Kaypakkaya nakevîn nav vê Kategoriyê, ew dikarin weke şoreşgerekên Tirk anjî Tirkiyeyî werin binavkirin. Wêkîdin mirov dikarê li ser peyva Şehîd jî rawestê û lêbigerê ka peyvek kurdî ji bo peyva Şehîd heye an na, ji ber kû Şehîd ji erebî tê û ji bo kesên ku di ber ola xwe de jiyana xwe ji dest didin tê gotin, herçiqas nezelaliyêk di wî warî de jî heye. Mirov dikarê wan kesan ku em ji wan re niha şehîd dibêjim, em wan bi kurdî dikarin weke Cangoriyên Kurdistanê anjî Cangoriyên Welêt anjî peyvek nezîkê wê binavbikin. silav --Kurdodino 17:56, 19 tîrmeh 2008 (UTC)Bersiv bide

According to en:Wikipedia:Neutral point of view (one of en:Wikipedia:Five pillars) we can use Kategorî:Şehîd for person who died for their own religion. Takabeg 15:36, 19 gulan 2010 (UTC)Bersiv bide

Cangoriyên Kurdistanê yan şehîdên Kurdistanê biguhêre

Takabeg lê digere referansekê li cihekê bibîne daku sîstematîka me biguherîne ser a tirkan. Ên tirkan şehîd in, ê me jî jê dibe û dibêje şehîd ew kes in ku bo ol canê xwe dane. Qey ol maye. Tirkan her ol firotine û wekî çekekê bikaranîne. Qey ol milkê wan e? Gorî îslamê eskerên tirk, ecem û ereban ên li Kurdistanê tên kujtin ne şehîd in, lewra ew li wir dagirker in û ew der axa misilmanan e û li dijî misilmanan jî cîhad nabe. Yan em vê kategoriyê jê bibin û bikin Cangoriyên Kurdistanê, nirxê pîroz ê Kurdistanê yan jî wekî berê bihêlin. Erê şehîdên PKKê nabe, lewra ew neçûne bo partiyekê canê xwe bidin, bo Kurdistanê çûne. Partî di xizmeta welat de ne, ne armanc lê alav in. Şehîdên PKK şehîdên Kurdistanê ne --Bablekan (gotûbêj) 16:45, 26 rezber 2012 (UTC)

Şehîd is one of the religious issue. Even the article Şehîd involved Kategorî:Ol. As long as I know, PKK is not a religious group. Thank you. Takabeg (gotûbêj) 23:30, 26 rezber 2012 (UTC)

Lê çima eskerên tirkan ên li Kurdistanê tên kujtin dikin şehîd? Ol li kû maye, tirk, ereb û fari olê difiroşin hûn jî tên dersa olî didin me. Bû? Gelo gelê kurd cangoriyan çawa binav dike? Aya ti qîmeta binavkirina kurdan nîne? Di kîjan xala normên Wîkîpediyayê de, binavkirinên gelan hatine qedexekirin? --Bablekan (gotûbêj) 17:53, 27 rezber 2012 (UTC)

The government of the Republic of Turkey called people who were killed by the Kurdistan Workers' Party, Şehit. PKK and their sympathizers called people who were killed by TAF (TSK), who committed suicide for protest against the government of Republic of Turkey, and who died in prison etc. Şehîd. Those concepts (of both sides) are valid only in their own circles and not universal. So this category can be kept, but this category must not be added to so-called "Şehit" and so-called "Şehîd" people that I explained above. Thank you. Takabeg (gotûbêj) 18:06, 27 rezber 2012 (UTC)

Vegere rûpela "Şehîd".