Gotûbêja kategoriyê:Dadmendî

(Ji Gotûbêja kategoriyê:Edalet hat beralîkirin)
Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê Avestaboy ve di mijara Standardkirina kategorî û gotarê de

Standardkirina kategorî û gotarê biguhêre

Silav @Balyozxane: @MikaelF: , @Penaber49: , @Ferrus: , @MikaelF: , @Gomada: , @Ghybu: @Biyolojiyabikurdi: @Xwedêda:, @Mehk63: Ez wekî problem na bînim ku em peyvên dadmendî û edalet herdu di hevokan de bi kar bînin. Problem ev e ku navê kategoriyê ji sernavê cûda ye û ez vê yekê wekî problemek dibînim. Pirsgirêk ne tenê ji bo vê gotarê ye. Divê Wîkîpediya Kurdî standardîze bibe. Avestaboy (gotûbêj) 21:28, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Gotara dadmendî divê weke edalet were guhartin. Peyvên dad, dadmendî, dadwerî gelek dûrî xelk in û serê meriv tevlihev dike. --Balyozxane (gotûbêj). 22:01, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Hevalê @Balyozxane: ez jî dibêjim muzîk û ne sazbendî û telefon û ne dûrbihîst. Îro ez kesekî ne siyasî me, lê wê demê di komeleyên kurdan de me her tim li ser afîşan dadmendî dinivîsand û ne edalet. Nabe ku em medyayan paşguh bikin. Kurdên Rojhilata Kurdistanê hemû peyva dad nas dikin. Peyva dadgeh bi zimanê farisî (dadgah) jî heye. Avestaboy (gotûbêj) 22:14, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
"Dadwerî" tê maneya "hakemî"yê, nayê maneya "hiqûq"ê, li gorî Ferhenga Têgihên Hiqûqê. Lewma nîşandana "dadwerî"yê yê wek "edalet" jixwe xelet e û bêçavkanî ye. -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:51, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Roj baş @Bikarhêner:Erê tu mafdarî. Berê jî gumana min li ser wê peyvê (dadwerî) hebû. Gotinên dad û hiqûq rast in. Heval tu dikarî rastnivîsê biguherînî, lê ji kerema xwe sernavan bêyî gotûbêj neguherîne. Divê em vê bi awayekî demokratîk çareser bikin. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 10:12, 22 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy: Merheba. Têgihên "dad" û "hiqûq" jî ne eynî ne. Di Ferhenga Têgihên Hiqûqê de yê Komxebata Weqfa Mezopotamyayê "Alîkarîya dadî" wekî "îng. legal aid/legal assistance/judicial assistance, t. adli yardım" hatiye binavkirin. Yanî li gor vê "dad"a kurdî bi îngilîzî dibe "judicial" û bi tirkî dibe "adli". Yanî nayê maneya "hiqûqî". Lewma bikaranîna "dad"ê, li şûna "hiqûq"ê jî nerast e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 11:25, 22 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Ez difikirim ku çend wateyên peyva dad hene. Ferhenga dîjîtal O-ferheng (Kurdî-Tirkî ,Tirki-Kurdî) peyvên wek dada dazirganiyê (ticaret hukuku), dada gişkî ( kamu hukuku), dada malbatiyê (aile hukuku) û hwd. dizane. https://ku.m.wiktionary.org/wiki/dad Avestaboy (gotûbêj) 11:59, 22 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav @Balyozxane: @MikaelF: , @Penaber49: , @Ferrus: , @MikaelF: , @Gomada: , @Ghybu: @Biyolojiyabikurdi: @Xwedêda:, @Mehk63: @Bikarhêner: @KelêÛxelfetî: @Ahmetbeg: @Xwedêda:, @Xwedêda: @Dilovan Gervan: , @Key Mirza: @KurdoChali: @Mohajeer: @Rasti: Em her tim gotûbêj dikin lê pirsgirêkan çareser nakin.Ew pir xemgîn e. Avestaboy (gotûbêj) 21:07, 22 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav @Avestaboy. Bo te pirsgirêk heye em navê gotara Dadmendî bikin Edalet? --Balyozxane (gotûbêj). 21:04, 23 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav hevalê @Bikarhêner: Di navbera peyvên Hiqûq û dad de ez ne bawer im. Hiqûq ji bo min ne pirsgirêke mezin e. Ez tercîh dikim ku di navbera bikarhênerên çalak de dengdan bikin. Lê bi dîtina min dadmendî sernavek çêtir e. Ev ne peyveke xeyalî e û di medyayan de pir tê bikaranîn. Kurdê ku medyayan înkar bike, qet ji zimanê xwe fam nake. Min her du peyvan jî beralîkir. Di gelek zimanan de ji bo hin tiştan du an zêdetir peyv hene. Avestaboy (gotûbêj) 21:45, 23 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Dadmendî".