Gotûbêj:Zanist

Şiroveya dawî: berî 5 salan ji aliyê Avestaboy ve di mijara Zanyarî de

Werin em bêjeya zanist di zimanên Îndogermanî de raberî hevûdû bikin. Kîjan zimanî de wekî + lojî hatiye nivîsîn? Em çima bi ya Tirkî dikin? Gelo Kurd tenê li Bakur dijîn? Pêşniyaza min rastkirina navên zanistiyê ye. Sosyologî, Kardiyologî, Fîzyologî hwd. --Bablekan 20:41, 5 reşemî 2009 (UTC)

Di Frensî û Îngîlîzî de wek -lojî tên bilêvkirin. Herwiha Farsî de jî bi vî hawî hatine werger kirin. Wekî din bi ya min, loma ku em zimanekî ji Tirkî cida biafirînin îcaba ku em binavkirinên ji berê de, di zimên de bişûn bûnî biguhêrin tune ye. Him Tirkî bixwe jî van navan ji zimanên ewropayî, xasma ji Frensî, wergirtine. --Cyrus the virus 21:52, 5 reşemî 2009 (UTC)
Rast e lê tu behsa bilêvkirinê dikî, qesta min nivîsandin bû. Kîjan zimanê Îndogerman wekî +lojî dinivîsîne? Yê me hêj dibistan û lîteratûr (li Bakur) ewçend pêşneketine, destûr nehatiye dayîn. Mirov li ser bingeheka rast xaniyan ava neke rojekê hildiweşe. Ew rexne jî li psîkolojiyê de nivîsî bû: Psîkologî çêtir û rasttir e. Tenê Tirk wekî psîkolojî dinivîsînin û ji ber ku Karber Silêman wisa xwastibû me kir psîkolojî. Karber Silêman çendeyekê berê dixwast em bi tevayî bilêvkirinên Tirkan qebûl bikin (binêrin nîqaşên Aûstriya). Gelek mamoste û zana jî tevlî min in. Bo mînak vê nivîsa mamoste Mustefa Reşîd bixwînin: [1]
  • Psîkolog, Psîkologî be heger psikoloj, psîkolojî dibe? Çima di yekê de paşpirtika rast +log(î) tê girtin (psîko+log) lê di psîko+lojî de ya rast logê dikin +loj? Em çima nakokiyên Tirkî werdigirin? Em çima îllehîm wekî ya Tirkan dikin ku zimanê me ne di heman komê de ye jî?

Zimanê Tirkî sentetîk e, bi destan hatiye çêkirin (hûn jî dizanin). Ne tenê bêje çêkirine, paşpirtik jî îcad kirine (sel-sal, kisisel, kurumsal, gec-gac, oturgac hwd). Ew karê xwe dikin lê çima em bi wan re zimanê xwe diherimînin?

Vêgav li vir rexne dikim. Min serî de +logî nivîsîbû. Hez dikin em li vir bikin dengdanê yan jî ji zanayan bipirsin ka kîjan rasttir e? Lê bo xatirê kardeşokompleksê bi karakterê Kurdî nelîzin. Xêra xwe wê nîvîsara mamoste Reşîd bixwîne.. --Bablekan 22:13, 5 reşemî 2009 (UTC)

Birayo tu gotinan çerxa hawî ku tu dixwazê dikê. Min qala tu xatirê biratiyê an tiştekî nekir. Va nekokiya ya ku ji Frensî derbasa tirkî û kurdî, herwiha farsî bûye. Wê lomê em dikarin bi "dilrihetî" vê nekokiyê bikar bînin.

http://fr.thefreedictionary.com/psychologie (psîkolojî) http://fr.thefreedictionary.com/psychologue (psîkolog) Tirkan rabû zimanê xwe tenê loma komplêksa erebî van peyvên çêkirî derxistin. Ya ku tu dibêjî em xwe ji tirkî, erebî pak bikin jî der tê eynî deri ye. Lê bi vê re tiştên ji zimanên ewropî tên jî, tenê lomê ku di tirkî de wekhev in, tu dibêjê em jêbibin. Tu geregiya em rabin li vir zimanekî nûjên, pak, lê zimanî heyî tezî bikin, biafirînin tune ye. Erê standert kirin şert e, lê tiştên çêkirî nabe, kurdî zatî çarhêlî zirarê dibînê, em jî hîn careke danepejînin. elfabeya zimanê kurdî ya latînî gorî bilêvkirin kurdî hatiye hazir kirine. Wê lomê peyv bi çi hawî bilêv dibine wiha têne nivisîne. Pirsgirek ewna dikin çawa werin bilêvkirin. Bi ya min bilêv kirinên Frensî di kurdî, bi tirkî û farsî de jî, de bişûn bÛne. wê lomê bi hawî ku tên bilêvkirin werin nivisîn çêtir e. --Cyrus the virus 22:43, 5 reşemî 2009 (UTC)

Erê tu ji min sedemê îsrarê dipirsî lê bersivê nadî ka tu çima parastina ya Tirkî dikî û îsrar dikî? Tu dibêjî "ketiye zimanê me" lê aya ketiyê yan hinek dixwazin bixinê? Kekê delal di sed hezaran pirtûkan de cih negirtiye. Tenê weşanên kom û berên misyoneriya Tirkî dikin (tradîsyona çepa Tirk) zimanê me Tirkîze dikin. Di hezaran fîlman de wisa cih negirtiye, di hezaran pirtûkên dibistanê de wekî ya te cih negirtiye. Em li Bakur hêj li serî ne. Yan em ê bisebikevin an dê mîsyoner. Tu li ser agahiyên xeyalî nêrîna xwe dibêjî. Wekî Kurtulus savasi ya Tirkan çawa virr û derew e, wisa jî ew îdîayên ku dibêjin "çi bikin ketine zimanê me" derew in. Na xêr neketinê. Yekê gotibe psîkolojî yekê jî gotiye psîkologî. Ka me orjînala peyvan digirt? Gelo nivîsînê de orjinala wê psîkolojî ye, na.. Min negot em jî wekî Tirkan zimaneke sentetîk çêbikin. Min negot em peyvên virrozûr biafirînin. Ka min wisa gotiye? Ez dibêjim em şaşiya hatiye holê sererast bikin. Heger saziyeke me ya fermî ya ziman hebaya (tu jî dizane hizbên me nahêlin saziyeke wiha çêbe) min û te jî gûftûgo nedikir. Vir mala me ye û em jî di wîkîpediyayê de dixwazin normên xwe û normên heyî bikin yek. Niha tu û Karber Silêman li vir parastina, berevaniya bilêvkirinên Tirkan dikin, dikare hin bikarhêner berevaniya Erebkî, hin Farskî bikin. Heya ku em bigihîjin a Kurdkî em ê nîqaşan bikin. Ez bêjim ku pirraniya zanayan wekî ya min difikirin û di dawiyê de jî dê bibe. Min agahî neba, wisa li vir nedianî ber we. Silav û rêz., --Bablekan 15:47, 6 reşemî 2009 (UTC)

Di dema ku mirov li wikiyên din dinerê, herkesekê wikiya xwe pêşxistîya. Lê ya kurd, çima kêm dimêne? Di serî de, wikiya kurd, divê ku beşên dîrokê ên dema buhurî hemûyan bi awayekî rêk û pêk divêt çêkê û mazin bike ên û pêş bixe. Yên rojena yanî yên vê sadsalê û pêşketina wê, dikarin di pêvajoya pêşxistinê de werin hiştin.

li gorîdîrok û pêşketina di dîroka kurdan ya berê de, divîyabû ku hê pêşketîr ba. Weke ku çawa ku ewropa ya ingilîzî weke ya herî pêşketî û navend a, li herêma rojhilat jî, divîya bû ku ya kurd wusa bê. Ji ber ku kurd hem gelê herî kevn a û dîroka wê ya herî dîrêj ku temenê hemû pêşketinên dîrokî ên herêmê ya.

Ji bo ku temenê perwerdehiya kurdî were pêşxistin, bi vê rengê, divê ku wikiya kurd jî, weke lingekî li rex wê divê ku bêî ku dem were windakirin divê ku were pêşxistin.

divê ku wikiya kurd tûra ya têkiliyê xorttir bike. divê ku karibê mijaran bixwezê ji wan. divê ku karibê enstûtîyên ku kurd bi vî rengî têkiliyeka wê jî hebe.

Bi teybetî, hemû beşên zanistê, divê ku werina pêşxistin. Ev sadsal, sadsale zanistê ya. ya ku herî giringîya wê heya jî zanista. Zanist, wê temenê beşên din ên pêşketinê jî bê. zanista, dîrokê, zanista bîoloji, zanista teknolojiyê, beş bi beş pêşketina wan êdî mazin dibê. êdî nifşên nû li ser pêvajoyên pêşketinê ên bi zanistê re dibin, li gorî van nifşan ku ew karibin jî sûd bigirin û li gorî ya dilê wan bê, divê ku pêşketin bibe. Ji ber vê jî, divê ku hê zêdetir pêş bikeve. Rojê 6 yan jî 7 rûpel, bi rastî kêmesîyeka herî mazin a. Herî kêm, divê ku rojê ne bin 100 rûpelî bi mazinahî û firehîya wan re divê ku bibe. Bi vê yekê, weke sê koman divê ku kar were kirin, Komek, hertimî li dîrokê pêş bixe, yek, li ser zanist û felsefe û beşên din ên zanistê û beşek di rastkirin û buhurandina kêmessîyan de jî xwe bi erk bike.

Zanyarî biguhêre

Silav ! Gelo hûn dikarin hevwate zanyarî jî binivîsin ? Avestaboy (gotûbêj) 21:44, 12 adar 2019 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Zanist".