Gotûbêj:Selcûqî

(Ji Gotûbêj:Selçûqî hat beralîkirin)
Şiroveya dawî: berî 16 salan ji aliye Bablekan ve

Ziman û çanda wan a Îraniyan bûye. Zimanê keyên wê jî herwiha Farsî bûye. Di qeydên cidî yên navneteweyî de, Seljûkiyan wekî "împaratoriya misilmanan a hêza begên Tirkmanan birêxistin kirî û bikaraniye" tên binavkirin.

Di warê çand û dab-nêrîtên xwe de herwiha Îranî bûne. Desthilatdarbûne Turkoman an berên Tirk-Mongolan ji xwe bi heman modelê ye. Şarezayiyên Memlûkan, avabûna împaratoriya Osmaniyan (malbata Osman Beg bi xwe gorî qeydên Osmanî û navneteweyî, Afganî bûye) hwd bi giştî wekhev e. Ango Tirk tên xwe di nava împaratoriyekê de bicihdikin, ji ber ku ji aliyê şerkariyê de bipêşketîne, hêdî hêdî karên împaratoriyê yên leşkerî û paşê jî tevayî bidestdixin.

Bi kurtî Seljûkiyan jî wisa sentezek in. Tê zanîn wekî îngîlîzkiya niha berê zimanên Îranî zimaneke împeryalîstî bû. Paşê Erebî ket şûnê (li cografya me). Seljûkî ji kîjan etnîsîteyê bana, mecbûr bûn zimanên Îranî bikarbînin û ji xwe heya 70-80 salên dawiyê nasnameya "Tirk" di asta tûnebûnê de qels û ne-sîmpatîk bû.

Gelek dikare were dirêjkirin. Rexneya min li naverokê ye. Bandora şîroveya îdeolojiya fermî ya Tirkan (sedî 90 ji derewan e), xwe gelek li naveroka gotarê kiriye. Qet nebe mirov di destpêkê de dikare binivîsîne (Wîkîpediya Almanî û yên din wisa kirine) ku ev împaratorî sentezek e.

Wekî min got ez mecbûr im rexneyan bikim. Doktor wisa got:) --Bablekan 15:25, 12 reşemî 2008 (UTC)

Tu dewletên li ber sed salî îroj hatibûn avakirin, ne dewletên miletekî bûn. Ne dewletên wê çaxê, ne jî kesên wê çaxê xwe wek tirk, ereb, kurd an miletekî din xwe dida nas kirin. Wê çaxê kimlîga rewacdar bi tenê dîn, ango ol bû. Wê sawê dewletan an kesan xwe misilman an xrîstîyan an cû dida nasîn. Ne kesekî bo tirk bû dihate serê dewletekê ne jî, yek bo kurd bû ji dewletekê dihat dûr xistin. Bo wê Rîchardê dilşêr çiqas fransiz bû jî dibû serokê gelên îngîliz. an jî Silhedîn di dewletê selçûqiyan de der dikete meqamên jor. Yanê merî nikare dewletekê nola selçûqiyan re bê dewleta tirkan. Lê merî dikare bê ko tirkan saz kiribû. Di dewletê de wezîrên nola Nizmûl Milkê fars cihên girîng girtibûn, belkî zimanê xwe jî ne tirkî bû. Lê bi gelemperî ew çavkanÎyên biyanî de wek dewletên oxizan saz kirî têye gotin. Yê ko tu dibêjî çenda û zimanê farsî bûn bo osmanîyan temamî rast e. Lê Selçûqîyan kargerê xwe bi piranî tirk bûn(Ew nê maneyê ko ew dewleteka tirk bû). silav û xurmet --Cyrus the virus 19:17, 12 reşemî 2008 (UTC)

Temam waye te îzah kiriye. Malazgirt kû derê ye? Kurd nabêjin Malazgirt. Kurd nabêjin Tûxrûl, Çagri hwd. Kemalo emir dabû mirîdên xwe û gotibû "Tez elden bana Türkleri de bir seymis gibi gösteren tarih yazin" û wan jî "Günes Dil Teorisi" nivîsîbûn. Dinya kiribûn Tirk. Kekê min evana hemî derewên wan ên bêkalîte ne. Yalcin Kucük ez dikarim lînkê bidim digot "Em ne tirkên rast û xas in. Pirraniya me Helen û Kurd û Balkanî ne. Em bûne Tirk û me Tirkatî çêkiriye..". Erê ma ez û tu feqîrano em çi bikin? Heger profesor û zanîngehên me yên Başûr ji xwe re ticaretê bikin û her yekî wan wekî Ereban çar-pênc jinan bikin, em jî mecbûr dimînin agahiyan ji kanên derewkaran werbigirin. Mafê te heye. Lê stûyê zanistiyê û rexneyê jî divê neyê şikestin. Bila lêgerê me yên Kurd ên vana dixwînin bizanibin ku sed selefî ne rast in lê di mercên eyan de hatine ristin. Helbet bo keda te sed carî sipas kekê min.. --Bablekan 16:03, 14 adar 2008 (UTC)Bersiv bide

Selçûqan, Selçûqiyan, Mediyan, Ebasiyan û hwd biguhêre

Ma em çima Selçûq, Selçûqî, Medî, Ebasî nanivîsin? Selçûq hem yekejimar e hem jî pirejimar! Selçûqek, du selçûq... Paytexta selçûqan, dewleta selçûqan, hwd bi vî rengî rind e, lê tenê "selçûqan", "mediyan", "ebasiyan", rast e? Ma ev ne bi farisî ye? silav--MikaelF 10:57, 21 rezber 2008 (UTC)

Cem min ku jî Selçûqî-Selçûqiyan hîn baştir e.--78.165.244.30 13:22, 21 rezber 2008 (UTC)
Spas ji bo bersiva te... û navê vê gotarê bû Selçûqî. Selçûqiyan, bi tenê, wek bi farisî, bi baweriya min ne rast e. --MikaelF 12:49, 23 rezber 2008 (UTC)

selçûqî yan selçûkî? biguhêre

Hevalno hûn Selçûk/Selçûkî bi tîpa Q/q dinivîsinin. Ev nerast tîpa Q/q ji zimanê erebî tê û xwaş nîne. Ferhenga Amîxan (Vîyana 1991)Selçûk bi tîpa K/k dinivîsine.Sipas Deniz21

Vegere rûpela "Selcûqî".