Gotûbêj:Pandemiya vîrusa Koronayê

(Ji Gotûbêj:Pandemiya vîrûsa Koronayê hat beralîkirin)
Şiroveya dawî: berî 4 salan ji aliye Gomada ve

Dema we xweş be! Ez dixwazim em ji bo vî navî çareyekê bibînin. Di pêşî de ez dixwazim bêjim ku ez bi nivîsandina vîrusê re me, bê û, dîsa jî heke kurd bêjin em weke vîrûs bi nav dikin, ez ê ne li dijî bim. Lê ez naxwazim ev peyv jî weke peyva hûn lê were ku ti kes herfa ûyê bi lêv nake. Ya duyem ez bim bila Corona weke xwe bimîne, lê xuya dike ku kurdan peyva Korona di van rojên dawî de pir bi kar anî. Pêşniyarên min; vîrusa Coronayê, vîrusa Koronayê yan jî Koronavîrus. Hûn çi dibêjin? @Ghybu, MikaelF, Mohajeer, Bikarhêner, Balyozxane, Penaber49, û Ezdînşêr Bêkendî:Gomadapeyam 10:48, 18 adar 2020 (UTC)Bersiv bide

@Gomada: Fikra min li ser navê "Vîrûsê Corona" ye, û destê te sax be mamoste gotar zehf xweş çêbû ye. --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 11:18, 18 adar 2020 (UTC)Bersiv bide
Bi min "Belavbûna vîrusa koronayê 2019-20" jî guncav e "2019-20 Pandemiya Koronavîrusê" jî. Vê gavê ser Google Searchê bi lêgerîna îfadeya "vîrusa koronayê" 25.200 encam derdikevin. Bi lêgerîna îfadeya "vîrûsa koronayê" jî 30.500 emcam derdikevin. Lê gava mirov bala xwe dide xeberdan û bilêvkirina însanan kesên ku min dîtiye an temaşe, guhdarî kiriye tev "u"ya li wir bi kurtî dibêjin, dirêj nakin ango dibêjin "u", nabêjin "û". Lewra bi min divê peyva "virus" a îngilîzî bi zimanê kurdî - kurmancî divê wek "vîrus" were nivîsandin. Herwiha dixwazim diyar bikim ku di kitêba "Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî" ya M. Malmîsanij û yên din de jî ji bo rastnivîsê awayê rast wek "vîrus" hatiye diyarkirin (Weşanên Rûpel, Çapa 1em, 2012, r. 288). Awayên "vayros", "vîros" û "vîrûs" jî wek awayên din hatiye diyarkirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 11:54, 18 adar 2020 (UTC)Bersiv bide
@Penaber49: bawer dikim guhertineke wisa ne lazim e. Ji dêla xebatên wisa, tu dikarî gotinên di gotarê de serast bikî. Mînak; vîrûs --> vîrus, Covîd 19 --> Covid 19. Herwiha li pêş herfa y, divê î neyê nivîsin. Bimîne di xweşiyê de.—Gomadapeyam 12:50, 22 adar 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Pandemiya vîrusa Koronayê".