Gotûbêj:Nîjadperestî

Nijadperestî an jî Nîjadperestî?ζΞ∀Ω 20:12, 12 rêbendan 2012 (UTC)

Nîjadparêzî jî hatiye bikaranîn, nijadparêzî jî. Ji ber ku saziyeke me ya fermî bo ziman nîne û înstîtutên kurdî jî qîma xwe pê naynin, em rebenên Homa jî wisa dimînin. Ez nêrîna xwe bêjim: Rastî nîjadparêzî ye. Nîjadparêzî û nîjadperestî ne yek in. Perestin bi tirkî tapma, tapmak e. Parastin jî koruma ye. Perwerî jî "bir seyde kalibini bulmak, egitimini ahlakini almak" e bi tirkî. Gelek tevlîhevî derdikevin.
  • Welatperwer: Kesê kûltûra welatê xwe girtiye, cîhana wê ji hezkirin û tevgerên fêrbûyî yên welat kewa xwe girtiye, hezkirî û evîndarê welat e.
  • Welatparêz: Ne Yurtsever a tirkî ye, di tirkî de ev mentiq nîne. Kesê welatê xwe diparêzê, berevaniya wê dike, parastina welatê xwe li ser her nirxê re digire ye.
  • Welatperest: Ev nayê bikaranîn di jiyana rojane de. Kesê fanatîkê welat e. Welatê wê zalim be jî wekî çawa mirov pûtan wekî xwedayiyan dibînin, jê re secde dikin, dikevin bin fermana vê fanatîzmê. Ango +perest wateya fanatîzmê, asta herî radîkal û dawî nîşan dide.
  • Kurdperwer: Terbiyeya kurdî girtiye, evîndarê gelê xwe ye hwd.
  • Kurdparêz: Maf û cîhana kurdan, jiyana kurdan diparêze, hildibijêre.
  • Kurdperest: Wekî pûtperest, fanatîkê kurdîtiyê ye. Ji bo wê ne xem e, azadiya kurdan ûêd. Ew bes fanatîkê sîmbol û navên kurdan e. Wekî alîgirên Galatasarayê çawa bi kêr, çov û daran êrîş dibin ser alîgirên Trabzonsporê. Faşîzm û rastradîkalî, JITEM ûed dikevin vê komê, ew Tirkperest in. Tirkperwer Karacaoglan e. Tirkparêz bo mînak serokê niha yê Tirkiyeyê ye, gelê tirk (gorî xwe) diparêze. --Bablekan 08:18, 13 rêbendan 2012 (UTC)
Vegere rûpela "Nîjadperestî".