bji komari kurdistan bruche 4 diuara dastkrdakan

Iraq bi K nivisandin =Irak biguhêre

Hun nikarin Iraq bi K binivîsin=Irak? Li Roj Tv hema Irak dibêjin ,ev daha tê rind peyvtin û dema kevn tîpa Q bi zimanê kurdî tine bû, ev birastî tîpek bi zimanê erebî hatiye. Ti dikkarî Q bi wan tîpan berdêl(degij) biki:K,X,G. Zor Sipas .

Xwedê mezintirîn e? biguhêre

Bi kurdî Xwedê mezin e an jî mezintirîn e? MikaelF 12:35, 29 reşemî 2008 (UTC)

Gerek ko mezin be. Çimkî tu bi tiştekî ve berhevnadeye.. Mezintirîn, belkî bo bandora farsî be: bi farsî Mezinterîn=herî mezin --Cyrus the virus 19:47, 29 reşemî 2008 (UTC)

Iraq an jî Îraq biguhêre

Bi ya min Îraq rastir e; kurdên Îraqa federal/Kurdistanê Îraq dinivîsin, ne Iraq. silav --MikaelF 19:06, 5 reşemî 2011 (UTC)

Bi soranî "Êraq" e, dibe ku ji ber wê carna "Îraq" nivîsin. Lê min ji çavkaniyên te tiştek fehm nekir. Rojnameya Evro http://www.evropress.com/kurdi/ "Iraq" dinivîse, War "Îraq" dinivîse, rast e, lê tu baş dizanî ya wan ne transkrîpsiyoneke otomatîk e? Li bakurê min "Îraq" qet nedît, tenê "Iraq" heye. "I" jî zêdetir wekî erebî "ayn" e. --Erdal Ronahi 15:33, 6 reşemî 2011 (UTC)
Silav Erdal, her du rojnameyên EVRO û WAR Îraq dinivîsin, ne Iraq; gelek wext e ku ez van rojnameyan bi tîpên erebî dixwînim, bi tîpên erebî eyn-î (ne i)-r-â-q tê nivîsandin, dibe ku li bin kartêkirina zarava soranî be, bila usa be. Kartêkirina zaravayên kurdî li ser zimanê standard çêtir e ji bandora zimanên biyanî wek tirkî û erebî. Kurdên Sovyeta berê jî giş Îraq dinivîsin, ne Iraq. Di ferhengên kurdî-tirkî-kurdî de Iraq derdikeve ez baş dizanim, lê bi nihêrina min bila Îraq be, ne Iraq... dembaş --MikaelF 10:28, 7 reşemî 2011 (UTC)
Di Roj TV de Iraq tê gotin û nivîsin, hemin di beşa Kurmancî de:D

Du bilêvkirinên Kurmancî yên navê vî welatî li bakur hene. Yek jê 'Eraq e û ya din jî 'Iraq ji ber ku em tîpa 'eyn nanivîsin, li pêşberî me ji bo nivîsê Eraq û Iraq dimînin. Sedemên nivîsîna Îraqê dikarin gelek bin. Lê li Başûr jixwe mixabin kurmancî yek ji zimanê fermî nîne. Lewra ew li gorî kîjan pîvanên nivîsê yan jî bilêvkirinê Îraq bi kar tînin, mijareke din e. Pirraniya ferheng û nivîskarên Kurmanciyê "Iraq" dinivîsin, bi ser de jî ev formê herî nêzî bilêvkirina herî belav e. Lewre tercîha min wê Iraq be. Beşa Kurmancî ya Rûdawê jî "Iraq" dinivîse. Beşa Kurmancî ya peyamnêrê û PUK Mediayê jî "Iraq" dinivîsin. Hukûmeta Herêma Kurdistanê, jixwe heta jê tê navê "Iraqê" nanivîse û ku dinivîse "Îraq" dinivîse. Di beşa Soranî ya van rojname û ajansên nûçeyan de ya ez lê rast hatim para bêhtir Îraq ('eyn+î+r+a+q) e. Encama gihiştimê, ew e ku di Kurmancî de ya bêhtir tê gotin û nivîsîn Iraq e û li Başûr (xwedê dizane bi tesîra Soranî) li hin cihan Îraq tê nivîsin û li hin cihan jî Iraq. Pêşniyara min nivîsandina bi rengê "Iraq"ê ye. Silêman 15:58, 7 reşemî 2011 (UTC)

Birêz Silêman, ez li ferhengên kurdî geriyam.. wek te got ev ferhengên ku li Bakur derketine pirraniya wan Iraq dinivîsin, mîna ferhengên D. Îzolî, Baran Rizgar û Zana Farqînî... Lê belê, Î.O. Farîzov (1957) Eraq dinîvise. Qanatê Kurdo (1960), Musa Anter (1967), Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl (1978), Ç.X. Bakayev (1983), Amîrxan (1991), Fetullah Kakioglu (1992), Feryad Fazil Omar (1992, hem Iraq -bê tîpa eyn- hem jî Îraq), Gîwî Mukriyanî, Michael L. Chyet, Ferhenga Kamêran (2006) û ferhengnivîsên zaza wek Malmîsanij û Grûba Xebatê ya Vateyî jî vî nav bi awayê Îraqê dinivîsin. silav --MikaelF 19:22, 8 reşemî 2011 (UTC)

Serokkomar û Serrkwezîr biguhêre

Niha Berhem Salih serokkomarê Îraq e. Min wê di qutiya agahiyê ( infobox) nivîsand. Serekwezîrê rojane Adil Abd al-Mahdi ye. Gelo ew nav bi Kurdî ça tê nivîsandin , Avestaboy (gotûbêj) 16:08, 12 sermawez 2018 (UTC)

@Avestaboy: Bi ya min, navê wî ev e: Adil Ebdulmehdî; heke kurd bûya Adil Evdilmehdî :) Silav --MikaelF (gotûbêj) 19:41, 16 reşemî 2019 (UTC)
Vegere rûpela "Iraq".