Gotûbêj:Heft xortên razayî yên Efesê

(Ji Gotûbêj:Eshabê Kehf hat beralîkirin)
Şiroveya dawî: 21 gulan 2023 ji aliyê Bikarhêner ve di mijara Sernav bi kurdî de

Zayenda peyva "sûre" biguhêre

@MikaelF: Silav, te hemû zayenda peyva "sûre" kiriye "mê/a" lê di Wergera Qur'ana Pîroz Bi Zimanê Kurdî de bi mintezamî wekî nêr hatiye kişandin. Gelo di destên te de wergereke din heye ya ku wekî mê hatine kişandin? Xebatxweş.Jiju (gotûbêj) 10:26, 23 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Jiju, tu çawan î, baş î? Peyva sûre di ferhengên Enstîtûya Kurdî ya Stembolê de wek mê dixuye, lê rast e, di gelek çavkaniyên din de jî wek nêr e. Ez ê biguherînim bo cinsê nêr. Spas ji bo vê gotarê, gelek balkêş e. Qewet be! --MikaelF (gotûbêj) 18:51, 23 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF: Sihetxweş, qewet be! Jiju (gotûbêj) 20:04, 23 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Rastnivîsîna navê gotarê biguhêre

@Ghybu, MikaelF, û Bikarhêner: Niha navê gotarê wekî "Eshabê kehf" e, lê bi min divê "Eshabê Kehf" bê nivîsandin. Ji ber ku navê gotarê bi tevahiya xwe serenav e. Gelo hûn çi dibêjin? Jiju (gotûbêj) 10:47, 23 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

@Jiju: Bi min jî ji ber ku navekî taybet e divê herfên pêşî wek girdek were nivîsandin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 13:44, 23 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Li ser navên cihî yên Amedê biguhêre

@MikaelF: Siheta te xweş be, te hevoka çewt serrast kiriye. Lê min neşopand kê çêkiriye, erê çavkaniya min bi zazakî ye lê Ko(y) bi zazakî ye, loma divê em di nav vê gotara kurmancî de wekî "Çiya" bi kar bînin, tu çi difikirî? Jiju (gotûbêj) 10:26, 24 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Dîsa Silav Jiji, bi dîtina min, peyvên ko, koh, kuh bi kurdî baş tên fehmkirin û ne hewce ye ku em devernavên kurmanckî wergerînin kurmancî. Heke ez ne çewt bim, navê kurmanckî Koyê Reqîmî ye, dibe ku ji navê Koyên Reqîmê baştir be. Ji xwe em dikarin çiyayên Reqîmê jî binivîsin.. :) Bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 19:12, 24 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Rastnivîsa peyva "ş(i)keft"ê biguhêre

@MikaelF: Min bi mintezamî "şikeft" bi kar anîbû, lê piştre di hinin cihan de wekî "şkeft" hatine guherandin. (Di wergera Quranê de her du form jî hatiye bikaranîn.) Çavkaniya min a forma "şikeft" ev bû: "Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî" ye (Amedekarê weşanê: M. Malmîsanij, Weşanên Rûpel). Wîkîferheng (her çiqas ez bi xwe dijberê wê me jî) vê ferhengê wekî gferhenga standard a Wîkîferhengê qebûl kiribû, çend meh berê. Ji bo di nav gotarê de du-serî dernekeve bi min em jî şikeft bi kar bînin. Jiju (gotûbêj) 10:33, 24 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Jiju, erê, gotina te ye, bila şikeft be, ne şkeft :) --MikaelF (gotûbêj) 18:30, 24 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Sernav bi kurdî biguhêre

Silav hevalno @MikaelF , @KelêÛxelfetî , @MWM D-Pool , @Penaber49 Bi dîtina min çêtir e ku sernavê Eshabê Kehf bibê Heft xortên razayî an jî Heft xortên razayî yên Efes(os)ê . Her kurd ji zimanê erebî fam nake. Zarokekî kurd ê biçûk jî ji sernavê kurdî fam dike. Wekî din, efsane ne tenê di îslamê de lê di xirîstiyantiyê de jî heye. Sernavek bi kurdî jî dê bêalî ye. https://candname.com/ciroka-eshabe-kehfheft-xorten-razayi/ Avestaboy (gotûbêj) 16:10, 18 gulan 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav Avestaboy, bi min hewce nîne navê orjînal bisekine êdî çêtir e. Penaber49 (gotûbêj) 17:02, 18 gulan 2023 (UTC)Bersiv bide
Êvar baş @Penaber49 Çima navê orîjînal ? Ev efsane yekem car ji hêla metranê xiristîyan Yaqûbê Serugî ( Jacob of Serug ) ve bi nivîskî hate tomar kirin. Ji ber vê yekê sernavê erebî ne sernavê orîjînal e. Bi almanî navê efsaneyê Sieben Schläfer von Ephesus , bi înglîzî Seven Sleepers û bi fransî Sept Dormants d' Éphèse tê gotin . Avestaboy (gotûbêj) 20:48, 18 gulan 2023 (UTC)Bersiv bide
Rojbaş, bi ya min jî "Heft Xortên Razayî yên Efesê" baş e. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 06:54, 19 gulan 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav hevalê @MikaelF Ez bi xwe Heft xortên razayî wek sernav tercîh dikim. Ji ber ku ew sernav kurt e . Ema Heft xortên razayî yên Efesê dîsa jî ji Eshabê Kehf çêtir e . Avestaboy (gotûbêj) 11:11, 19 gulan 2023 (UTC)Bersiv bide
Sernav wekî "Eshabê Kehf" çêtir e. Eslê wê bibe çêtir tê famkirin. Jixwe ji bo dan-famkirina gotarê naverok tên îlawekirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:33, 21 gulan 2023 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Heft xortên razayî yên Efesê".