Gotûbêj:Asîda deoksîrîbonukleyî

(Ji Gotûbêj:DNA hat beralîkirin)
Şiroveya dawî: berî 4 salan ji aliye MikaelF ve

@Zindewerzani: Asîda karbonîk heye, asîda oleîk, asîda sulfurîk, asîsa urîk û hwd jî hene... DNA/ADN çima dibe asîda deoksirîbonukleî? Gelo asîda deoksirîbonukleîk ne çêtir e? Deoksirîbonukleî ji kîjan ziman e? --MikaelF (gotûbêj) 21:12, 13 pûşper 2017 (UTC)

Bi ya min "Asîda deoksîrîbonukleîk" çêtir e.—Gomadapeyam 12:26, 21 çiriya pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide
@Biyolojiyabikurdi û Gomada:, hûn çawa ne? Ez navê asîda deoksîrîbonukleî baş fehm nakim. Morfeîk, proteîk, protomeîk, lînoleîk, oleîk, rîzînoleîk, onomatopeîk, prosopopeîk, apneîk, dîsneîk, amonorreîk, diyarreîk (dîarreîk), gonorreîk, menorreîk, saborreîk, lînoleîk; asîdên para-amînobenzoîk, pentahîdroksîheksoîk, teîkoîk... hene; bo çi em nikarin behsa asîdên nukleîk, rîbonukleîk, deoksîrîbonukleîk bikin? Hûn çawan peyva deoksîrîbonukleî bi lev dikin: deoksîrîbonukle-î, deoksîrîbonukleyî, deoksîrîbonukley? Heke hûn bersiv nedin, ez ê dîsa deoksîrîbonukleî bo deoksîrîbonukleîk biguherînim. Bi silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 06:06, 22 çiriya pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide

@MikaelF:

Silav

Asîdên nukleî cara pêşîn di nav dendika(navik) xaneyêde (bi îngilîzî nucleus) hatine kifşkirin. Loma ev asîdan wekê asîdên ji dendikê peydabûne tê hesibandin. Wateya asîda nukleî “asîda ko ji dendikê ye” .

Wekî mînak kesek ji bajarê Muşê be, em dibêjin filankes Muşî ye. Lê dibe ko em bibêjin filan kes xelkê Muşê ye an jî filan kes ji Muşe ye. Gava em bibêjin Muşî pir mevanperwer in. Mebesta me ew ko gelê li Muşê diji, an jî gelê ji Muşê ne, mevanperwer in.

Amino acid: Koma aminê lixwe digire, çavkaniya wê koma amîn e, loma em bi kurdî dibêjin asîda amînî(tirşa amînî).

Hydrochloric acid: Klor lixwe digire, çavkaniya wê hîdrocen û klor e. Em bi kurdî dibêjin asîda hîdroklorî.( Ango asîda ko ji hîdrocen û klorê ye).

Carboxylic acid = asîda karboksîlî

Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 16:27, 22 çiriya pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide

@Biyolojiyabikurdi: Bi silav û rêz mamostayê hêja, ez nuka têdigehim. Amed, amedî, Mêrdîn, mêrdînî; Qerekose, qerekoseyî, Helebce, helebceyî, Sine, sineyî, Amûde, amûdeyî û hwd... vêca bila Asîda nukleyî, asîda deoksîrîbonukleyî, asîda rîbonukleyî jî be. Em helebceî, amûdeî... nanivîsin. Bi vî awayî ez bi te re me. Spas ji bo ronîkirina te. --MikaelF (gotûbêj) 16:57, 22 çiriya pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Asîda deoksîrîbonukleyî".