Gotûbêj:Avahîsazî

(Ji Gotûbêj:Avahîsazîtî hat beralîkirin)
Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê Avestaboy ve di mijara Avahîsazî an mîmarî ? de

Avahîsazî an mîmarî ? biguhêre

Silav hevalno @MikaelF: , @Balyozxane: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Penaber49: @Gomada: , @Ferrus: , @Biyolojiyabikurdi: @Xwedêda:, @Mehk63: Ez di serî de spasiya @Balyozxane: dikim ku gotarê berdewam kiriye. Lêbelê, ez fam nakim çima em her gav peyvên biyanî hevyaz û tercîh dikin. Gelo Xwedê kurdî jî fam nake ? Çima divê her tişt her dem bi erebî, îngilîzî an yewnanî be ? Peyvên kurdî bi vî awayî dimirin. Ez ema naxwazim bêjim peyva mîmar çewt e. Ez li ser Facebookê endamê komên zimanî me û dikarim bibêjim ku ev peyv (avahîsaz) derbasdar e û bi rastî jî tê bikar anîn. [1], [2], [3] Avestaboy (gotûbêj) 23:53, 9 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav @Avestaboy. Nizanim xwedê ji kurdî fam dike an na lê belê kurd ji zimanê we ti tişt fêm nakin. Ji kerema xwe dev ji peyvên çêkirî yên ku xelk nizanin berdin û bi kurdiya resen û gundî xeber bidin. --Balyozxane (gotûbêj). 05:32, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav Avestaboy, di vî pêvajoyê de divê em zêde zimanê kurdî di derbarê peyvan de neşidînin. Di mijarên wiha de tu dikarî sernavê gotarê wekî mîmar binivîsî û daxuyaniya gotarê de Mîmar yan jî Avahîsaz binivîsî û dest bi gotarê bikî. Bi vê yekê re em bikaranîna peyvan ji xwendevanên wîkîpediyayê re dihêlin, ew dem êdî baştir e. Penaber49 (gotûbêj) 05:52, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Roj baş hevalê @Penaber49: , @Balyozxane: Pirsgirêk ew e ku ez gotarekê dinivîsim û her carê peyva kurdî bi peyveke biyanî tê guhertin. Her peyva ku nayê zanîn wek peyveke çêkirî tê dîtin. Mînak min gotara ajoname nivîsand û paşê navê wê kirin ehliyet. Peyva ehliyet bi tirkî jî heye, lê bi her awayî sernavê Wîkîpediyaya tirkî Sürücü belgesi ye û ne ehliyet e. Ger tirk û mirovên îngilîzîaxêv gotina xwe hebe, çima ya kurdî na be ? Tê gotin ku meriv naxwaze nijadperestiyê bike. Di zimanê kurdî de ji zimanê erebî gelek peyv hene lê di zimanê erebî de çend peyvên kurdî hene? Bi rastî ew kêm peyv in. Ma ew jî ne nijadperestî ye? Avestaboy (gotûbêj) 08:48, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav Avestaboy, di roja îro de statûya zimanê kurdî îngilîzî û tirkî ne wekî hev in. Tu di vî warî de hinek tund tevdigerî. Divê em hinek li gorî sosyolojiya rojane jî tev bigerin. Beşdarî ya peyvên çêkirî pêwîst e bi awayekî hêdî beşdarî nav zimanê kurdî bikin. Mînak li gotara Dinya binêre ku niha gotara hefteyê ye min di daxuyaniya gotarê de Dinya erdê yan jî cihan nivîsiye. Di vê mijarê de divê em ji xwendevanên wîkîpediyayê re jî webijark bihêlin. Penaber49 (gotûbêj) 09:06, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Penaber49: ,@Balyozxane: Ez gotaran dinivîsim û peyvên ku gelê kurd qebûl kiriye bikar tînim. Û paşê jî hin kes dibêjin ev peyveke çêkirî ye. Ger peyvek bi rastî were bikar anîn, ew belkî peyvek nû ye, ne peyvek çêkirî ye. Peyvên wek pirtûk û pênûs beriya ku em ji dayîk bûn hebûn. Hunermend Hozan Kawa mesela di strana xwe ya Hozanê dilan de peyva pirtûk bikar tîne. Lê belê mirov hene dibêjin na, pirtûk peyveke çêkirî ye, kitêb peyva rast e. Avestaboy (gotûbêj) 09:23, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy, Penaber49, û Balyozxane: Di vî warî de, peyva Avahîsazî ne peyveke sosret ne peyveke ewqas nû ye û di hemû ferhengên modern ên kurdî de ye. Ez bi Avestaboy re me û pêşniyaz dikim ku nivîskarê gotarê de biryar bide kîjan sernav bi kar bîna. Silav û rêz --MikaelF (gotûbêj) 13:06, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF: Di gelek zimanan de ji bo hin têgehan çend peyv hene. Ji bo peyvên adres, navnîşan û cihnîşan bi zimanê almanî mesela 2 peyvên derbasdar hene ( Adresse û Anschrift). Avestaboy (gotûbêj) 13:33, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy û @MikaelF Ji ber ku min navê rûpelê bêyî gotûbêjkirinê guhartibû, min guhartinên xwe vegerand halê berê. Lê belê ez hîn jî di vê fîkrê de me ku peyva mîmarî ji avahîsazî ewletir e. Ji ber ku avahîsazî(avasazî/avakarî) peyveke çêkirî ye û hîn xelk nizane. Bi qasî ku min ji gotûbêja Dijmintiya gotinan li wîkiyê fêm kir, divê pêşî em peyvên ku nav xelkê de berbelav in bi kar bînin, dûre rê li ber peyvên çêkirî yan jî yên soranî vekin. Hebûna peyvekê di ferhengekê de nayê maneyê ku ew peyveke resen e û nav xelkê de tê bikaranîn. (Mixabin hêma bêje di nav hemû ferhengên kurdî de peyvên çêkirî hene.) Lê belê mîmarî peyveke ku jê herkes fêm dike ye. --Balyozxane (gotûbêj). 14:50, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Sernavê gotarê bila bibe "Mîmarî". Avestaboy gotiye ez gotaran çêdikim û her carê sernavê gotarên min diguhêrin. Belê, divê wisa be jî. Naxwazim niyeta te bixwînim, lê belkî tu bi vê niyetê wan gotaran çêdikî, ku yên din bi sernaveke kurdî yê deyngirtî wan gotaran çênekin. Ji ber ku te gotiye kî çawa binivîse, em tevlî karên wan nebin. Avestaboy zahf gotaran çêdike, lê yek gotareke kalîtedar jî çênekiriye. Ez jî dikarim bi wergerên xirab, an bi kurtasî bi sedan gotaran çêkim, di demeke kurt de, lê ev yek ne rast e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 14:41, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Mebesta min ne ew bû ku ez zimanekî tûj bi kar bînim, lê tu mirovekî pozbilind î. Te bi vî awayî motîvasyona bikarhênerên din jî xirab kir. Tu dikarî hevalê @Biyolojiyabikurdi: jî bipirsî. Min ji te re got ku ez hê gotarên xwe sererast dikim.Tu ne damezrîner û xwediyê Wîkîpediya yî, ne jî rêveber î, lê tu xwe weke serokê Wîkîpediya Kurdî nîşan didî. Avestaboy (gotûbêj) 15:14, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

@Avestaboy Tu ji min re çêra didî an jî ji @Bikarhêner re? Min fêm nekir. Min çi got tu ewqas hêrs bû? --Balyozxane (gotûbêj). 15:24, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Min bibore te cara din min bi zimanê tûj rexne kir. Ji ber vê yekê min navê te şaş xwend. Tiştê ku @Bikarhêner: dibêje bêhurmetî ye. Avestaboy (gotûbêj) 15:29, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Hedefa Wîkîpediyayê ew e ku bibe çavkanîke me'lûmatan li ser her meseleyî. Ji bonî projeke halo jî gelekî muhîm zimanê nivîsaran ji her kesî karibê werê fêmkirin ji bo ku her kes xêrê jê bibînê û yek jê gêj nebê. Gotina mîmarî vî karî çêtir pêk tînê, ji ber ku ev herî gelek ev gotin di nav xelkê tê şuẍilandin. Mixabin gelek kurmancên ku zimanê xwe pêş dixin bahweriya ẍelet ya ku hinek gotin "ne kurdî" ne distînin û dibêjin qê ev gotin di ḧeqîqetê de bi zimanekî ẍerîb in lê ya rastî tiştekî gelekî normal e ku zimanek ji zimanên dî gotinan bistînê. Guherto (gotûbêj) 17:37, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy, te sibata 2022a de gotibû "Bi dîtina min çêtir e heke em sernavê kategoriiya mîmarî wek avahisazî biguherînin . Mîmarî erebî ye . Peyva avahîsaz kurdiya xwerû ye .". Ev bahweriya "mîmarî erebî ye" tiştekî ẍelet e û heke însan bi wî şiklî bifikirê bahwer ke divê em 30-40% ji zimanê xwe bavêjin çopê. Ez hêvî dikim tu xwe ji vê bahweriya ẍelet xilas bikî. Guherto (gotûbêj) 17:40, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav hevalno, li gorî min herdu peyv dikarin bêne bikaranîn, fermo hem mîmarî hem jî avahîsazî rast in. Ferrus (gotûbêj) 17:50, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav birêz @Ferrus, gotûbêj li ser guhartina navê rûpelê ye ne li ser rast an xeletbûna peyvan. Gelo bi ya te avahîsazî be yan jî mîmarî? Herwiha ger dikarî tevlî gotûbêja Wîkîpediya:Dîwan_(tevlîhev)#Dijmintiya gotinan li wîkiyê jî bibî? --Balyozxane (gotûbêj). 17:59, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Ha ok, bibore. Madem peyvek kurdî ji xwe heye vêga cêtir e em "avahîsazî" wek navê gotarê hilbijêrin. Ferrus (gotûbêj) 18:02, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

@Guherto: , @Ferrus: Ew ramana min a berê bû. Her du peyv jî derbasdar in. Lê, min dît ku peyva avahîsaz gelek caran tê bikaranîn. Min jî gotarek bi navê Avahîsaz nivîsî, ji ber ku werger ne baş bû, hat jêbirin. Lê ez peyva avahîsazî wekî sernav çêtir dibînim ji ber ku peyva Avahî tê de heye. Fêmkirina bêjenasiyê ( etîmolojiyê ) hêsantir e û gava kesek avahî dinivîse gotarê jî dibîne. Min gotara Ajoname çêkir û herdu hevwate nivîsand. Lê sernavê gotarê hatiye guhertin. Avestaboy (gotûbêj) 18:11, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

@Penaber49 bi ya te Avahîsazî yan mîmarî be? --Balyozxane (gotûbêj). 22:32, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav Balyozxane, ez li ser heman fikrê me. Di xelkê de mîmarî êdî tê zanîn, sernav mîmarî be êdî baştir e. Penaber49 (gotûbêj) 02:13, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Roj baş hevalno @MikaelF: , @Balyozxane: , @Penaber49: Ez nêrîna we qebûl dikim. Lê bi dîtina min avahîsazî çêtir e. Di peyvê de peyva avahî ya kurdî heye. Peyvên wek wêneguhêz (televizyon) û dûrbihîst (telefon) nayên bikaranîn, lê peyva avahîsazî di medyayan de û ji aliyê gel ve jî tê bikaranîn. Ji ber vê yekê ew ne peyveke nenas e. https://www.academia.edu/8904932/Xwendineke_Geokr%C3%AEt%C3%AEk_a_Li_Ser_P%C3%AAwendiya_Kevir_%C3%BB_Peyv%C3%AA_an_Avah%C3%AEsaz%C3%AE_%C3%BB_W%C3%AAjey%C3%AA Avestaboy (gotûbêj) 09:12, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Li gorî ferhenga taybet a yekîtiya jûrên endezyar û avahîsazan TMMOB-Türkiye Mühendis ve Mimar Odaları Birliği (2014) Ferhenga zaravên teknîkî (Kurdî-Türkçe-English), Enqere, r. 19, bi tenê avahîsazî heye, mîmarî tune ye. Di hin ferhengên Bakur de, qesrbendî jî heye. Min bînasazî jî xwendiye. --MikaelF (gotûbêj) 12:05, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Li kolêj û zanîngehên Başûr (li Badînan), navê telarsazî (architecture), endazyariya telarsazî (architectual engineering) jî bi fermî tê bikaranîn. --MikaelF (gotûbêj) 12:33, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

@MikaelF: Ez jî peyva qesirbend nas dikim . Peyva telarsazî ji bo min nû ye ema balkêş e . Bi qasî ku ez dizanim peyvên avahîsaz û mîmar herî zêde û li hemû deverên Kurdistanê tên bikaranîn. Mixabin kes hene ku hemû peyvên ku nizanin wekî peyvên çêkirî red dikin . Peyva telefon ji aliyê dahênerê alman Philipp Reis ve hatiye çêkirin. Ma em niha ji ber vê yekê vê peyvê ji holê rakin? Di zimanê Almanî û zimanên din de bi hezaran peyvên ku ji aliyê mirovan ve hatine çêkirin hene ku niha ema wekî peyvên normal têne pejirandin. Avestaboy (gotûbêj) 13:33, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Avahîsazî".