Gotûbêj:Lîsteya enstîtuyên kurdî li cihanê

(Ji Gotûbêj:Înstîtûtên kurdî hat beralîkirin)
Şiroveya dawî: berî 12 salan ji aliye George Animal ve

Zimanê yekgirtî û standard biguhêre

Wîkîpedya, tu çi dibêjî? Enstîtû, Înstîtû, an jî Înstîtût? Peyveke bi kurdî tune ye?MikaelF 08:39, 18 rezber 2007 (UTC)

Hema navê van enstîtuyên me bikin "valatîtu". Heger hebana dê niha standardeke navê wê jî hebûya. Yê me tenê nav hene, li bi xwe ji tiştekê re nabin. Her yekê hezar gotar li Wîkîpediya Kurdî zêdetir bikirana qet nebe xêra wan dibû. Bihêlin bila wisa tevlîhev bimîne, kes nekaribe di ensîklopediyê de li wan bigere. Ev jî bila ji wan re cezayek be.
  • Enstîtu, ji hêsaniya, teraliya zimanê Tirkî hatiye. Gelek kes hene dixwazin û dibêjin em peyvên biyanî ji Tirkî bigirin, wekî wan bilêv bikin. Hin jî mîsyonerên Tirkan hene viya bi qestî dikin.
  • Înstîtû yan înstîtût jî ji ferqa zimanên Latînî û Germanî tên bi texmîna min.
  • Îcar kîjan rast e? Tirkan zimanê Fransî bingeh girtine. Ji bo em siyaseta wan a asîmîlasyonê têk bibin, pêwîst e em alternatîvekê bibînin. Ez bama min bo mînak cîhana German, Slav an Kelt bingeh digirt, qet nebe xêrekê bo Kurdî dikir. Lê ez çi bikim, Tirk di nava Kurdan de destxurt in, wele heya bêjî jî desteser in. Ez bama min Înstîtût bingeh digirt. Viya wekî format jî qebûl dikir, bêjeyên wiha bi heman formatê werdigerand Kurdî. --Bablekan 14:55, 4 gulan 2011 (UTC)Bersiv bide
Ev ne mamosteyê zimanê kurdî me, lê belê ez jî dixwazim tiştekî bêjim, ez bama min weka heval Bablekan Înstîtût bingeh dikirt û dinivisand. Ez jî nexwazim ku zimanê Kurdî tenê bi peyvên Tirkî weka enstîtu ava bibe. Di Zimanê Kurdî a modern de pirsgirêka herî mezim zavbûna varyanta peyvan e, niha wisa ye ku her kes wisa dinivsîne çima ew dixwazê ji ber ku gele li ser zimanê Kurdî di dibistanan de naye perwerde kirin. Lê belê divê ev pirsgirêk di paşerojê de rakirin, eger wisa nebe, hevalno, rewşa me ê dewam bike. George Animal 16:40, 4 gulan 2011 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Lîsteya enstîtuyên kurdî li cihanê".