Gopikkirin (bi înglîzî: budding) corek ji pirbûna nezayendî ye.

Pirbûn yek ji taybetmendiyên bingehîn ên zîndeweran e.

Hinek zîndewerên tekxaneyî û firexaneyî bi gopikkirinê hejmara xwe zêde dikin. Wekî mînak; hin corên bakterî û karokên havênê zîndewerên têkxaneyî ne û bi gopikkirinê pir dibin. Ajal û riwek firexaneyî ne. Ajalên wekî hîdra, îsfenc, bûka deryayê (bi înglîzî: jellyfish) , hin corên kurmên pan û mercan jî bi gopikkirinê pir dibin.

Di destpêka pirbûna bi gopikkirinê de ji bavan (bi înglîzî: parent) gopikek hûrik ber bi derve dirêj dibe. Bomaweyî ya (genetîk) gopikê kopyaya ya bavan e. Bi girbûna gopikê, weçe (bi înglîzî: offspring) peyda dibe. Weçe dibe ko bi bavan re zeliqî bimîne an jî demek şûn ve jê biqete û wekî zîndewerk serbixwe bijî.[1]

Hîdra ajalek avî ye, bi gopikkirinê nifşên nû peyda dike.

Hîdra zindewerk ji cîhana ajalan e û bi gopikkirinê pir dibe. Ji laşê hîdraya bavan, weçe wekî gopikek biçûk ber bi derve dirêj dibe. Weçe bi laşê bavan de zeliqî dimîne ta ko bi têra xwe gir dibe. Piştê perisînê, weçe ji bavan diqete û wekî hîdrayek serbixwe dijî.[2]

Karoka havênê zîndewerk tekxaneyî ye. Ji bo meyandina hevîr û alkolê tê bikaranîn.

Herwisa ji cihana karokan, karoka havên jî bi rêka gopikkirinê pir dibe. Karoka havên zîndewerk tekxaneyî ye. Pêşî ji parzûna xaneya havênê gopikek dirêjê derve dibe, di heman demê de kromozomên havênê duhende dibin û navik dabeş dibe. Navikek di nav sîtoplazmaya xaneya karoka havênê de dimîne, a din digihîje nav gopikê. Bi vî awayê gopik kopyaya kromozomên havenê werdigire. Bi eslê xwe gopikkirina karoka havênê corek dabeşbûna mîtozî ya xaneyê ye, di mîtoza asayî de piştê dabeşbûna navikê, sîtoplazma di navbera herdu xaneyan de bi awayekî yeksan tê parvekirin. Lê di gopikkirina karoka havênê de pirraniya sîtoplazmayê di xaneya bavan de dimîne loma gopik wekî zindewek biçûk peyda dibe.

Ne tenê hîdra û karoka havên, lê hinek bakterî, pêşenge (protîst), ajalên wekî îsfenç, bûka deryayê û mercan jî bi gopikkirinê pir dibin.[3] Pirbûna nezayendî li gor pirbûna zayendî, bi awayekî hêsantir, leztir û bi xerckirina enerjiyek kêmtir rû dide.[4] Heke hawirdor guncaw be û li hawirdorê guherînên neyînî çênebe, wê gavê bi pirbûna nezayendî, di demek kurt de ji yek bavanek, bi hêjmarek zêde weçe çêdibin. Lê heke hokarên wekî germahî, sermahî, ronahî hwd ên hawirdorê di demek kurt de biguhere, ev rewş li ser jiyana zîndewerên bi pirbûna nezayendî zêde dibin de bandorek neyînî dike. Ji ber ko zindewerên bi pirbûna nezayendî zêde dibin ji aliyê bomaweyî de kopyayê hev in, guherînek neyînî ya jîngehê dibe ko hemû endamên corê biqelîne. Wekî mînak; heke hokarek nexweşiya nû di hawîrdora van zîndeweran de belav bibe, ne yek û du lê hemû endamên corê bi carek ve bi vê nexweşiyê dikevin. Bazdan (mutasyon) yek ji hokarên sereke yên hawirdorê ye ko dibe sedema guherîna bomaweyî li zîndeweran.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  2. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ "budding | Definition, Examples, & Facts". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 tebax 2021.
  4. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc