Girara pimparê xwarineke quşxaneyê ya Dîlok, Rihayê ye. Li Xerzanê jî didin ser lê dims û rizê (birinc) tevlî nakin. A rastî pirr dijwar e ku mirov ji vê xwarinê re bêje girar, lê Cemşîd Bender ji ber ku nok û girar (savar) tevlî ye, kiriye bin koma giraran. Di vir de şaşî nîne lê di versiyona Dîlok û Rihayê de riz û dimsa simaqê heye, nakokî ji wir tê.

Ferhengok biguhêre

  • Pirpar, parpar, pirparik, pelpîne, pirpir, pîrqelaçik, pirpirim riwekek ji famîleya pirparê ye. Di pêjgeha kurd de gelek tê bikaranîn. Navê wê yê latînî: Portulaca oleracea ye.
  • Lolas, maş, bi latînî Vigna sinensis, zebzeya vê riwekê
  • Dimsa simaqê, mota simaqê, bo çêjdarkirinê tê bikaranîn. Navê darsimaqê yê bi latînî rhus coriafia ye, mêweya vê darê. Dimsa ji simaqê hatiye çêkirin.

Berkeliya (melzemeyê) vê xwarekê biguhêre

  • 250 gr goştê kişandî yê bibez
  • 1/2 kg pirpar
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê malê
  • 1 KX pûjan
  • 2 serî pîvaz
  • 1/4 SA (stekana-qedeha avê) nok
  • 1/4 SA nîsk
  • 1/4 SA lolas
  • 1 KX mergeya îsot û fringiyê (bacanê sor, pamîdor, tomatos)
  • 1/4 SA riz (birinc)
  • 1/4 SA savar
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) îsota tûj (îsota sor, îsota pûlpelî)
  • 1 KŞ îsota reş
  • 1 KŞ xwê (solin)
  • 1 KŞ dimsa simaqê (bikin nava badiyeke mezin û 6 SA avê tevlî bikin)
  • 4 dd (dendik) sîr
  • 1 KŞ îsota sor a ne tûj (ne no ye)

Çêkirin biguhêre

Nok, nîsk û lolasê şevekê berê bikin nava avê, roja din yeko yeko bixaşînin. Di nava rûn de pîvaza hûrkirî biqijilînin, goştê kişandî tevlî bikin, bi hev re biqelînin. Herwiha mergeyê jî tevlî bikin, tevbidin. Xwê û îsotê pê werbikin.

Pirparê pakij bişon, hûrbikin, tevlî quşxaneyê bikin. Lolas, nok û nîska xaşandî berdin navê. Ava simaqê tevlî bikin, derxûnê bigirin, bi qasî 20 deqeyan bikelînin.

Rizê amade bikin, bi tevî savarê tevlî bikin. Heya tehma xwe girt bikelînin. 5 deqe beriya ku hûn ji ser agir daynin, sîra kutayî berdin navê.

Xwarinê li binikên servîsê parve bikin. Bo ser wê, rûn di rûnbirêşkê de bihelînin, pûjan û îsota tûj hinekê biqijilînin (neşewitînin), berdin ser binikan.