James A. Garfield

(Ji Garfield hat beralîkirin)

James Abram Garfield (jdb. 19ê çiriya paşîn 1831 li Orange, Cuyahoga County, Ohio; m. 19ê îlonê 1881 li Elberon, Nû Jersey) siyasetmedarekî amerîkanê ji Partiya Komarger 20em serokdewletê DYAyê bû. Ji 4ê adarê 1881 heya mirina xwe, 19ê îlonê 1881ê li ser postê serokdewletiyê maye.

James A. Garfield
20em serokê DYA'yê
Wezîfedarî
4ê adarê 1881 – 19ê îlonê 1881
CîgirserokJohn Adams
BerêRutherford B. Hayes
PaşêChester A. Arthur
Jiyan
Jidayikbûn19ê çiriya paşîn a 1831ê
Orange, Ohio
Mirin19ê îlona 1881ê (49 salî)
Elberon, Nû Jersey
NeteweAlman, amerîkan
Partiya siyasîPartiya Komarger
HevjînLucretia Rudolph
ZarokEliza Arbella Garfield
Harry Augustus Garfield
James Rudolph Garfield
Mary Garfield
Irvin M. Garfield
Abram Garfield
Edward Garfield
PerwerdeWilliams Kollege
PîşeParêzer, perwerdekar
Şanenav
biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Bi navê birayê wî yê miribû James Ballou Garfield, tê binavkirine. Dema bavê wî jiyana xwe jidest dide 18 mehî ye. Ji aliyê dê û apê ve tê mezinkirin. Zarokatiya wî di nava xizaniyê de dibore.

Bi Lucretia Rudolph re dizewice û heft zarokên wan dibin. Kurê wan ê sala 1865ê tê jiyanê James Rudolph Garfield ji sala 1907 heya 1909ê postê wezîrê karê hundirîn werdigire.

Ji 1851 heya 1854 diçe înstîtuta bi navê Western Reserve Eclectic Institute a li Hiram (Ohio)yê. Sala 1856ê ji Williams College a li Williamstown (Massachusettsê bawernameyê digire. Beriya ku bikeve siyasetê mamostetiya matematîkê dike. Sala 1859ê dibe senatorê Ohioyê.

Êrîşa çekdarî biguhêre

 
Êrîşa li dijî serokwezîr; li cem wezîrê karê derve James G. Blaine

Li Pennsylvania-Station a Washington D.C.yê, di 2ê tîrmeha 1881ê de ji aliyê mirovekî nexweşê derûniyê Charles J. Guiteau ve tê gulebarankirin. Nexweş dixwastubûye bibe balyozê Parîsê lê ji ber ku nexweş ketiye, daxwaza wê bicih nehatiye. Ji piştê ve guleyê digire, giran birîndar dibe. Ji wê birînê xilas nabe û jiyana xwe jidest dide.

Mirina wî gelek deng vedide, xelkê xemgîn dike. Navê didin bajarekî, Garfield County.

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  • Rupp, Robert O. (Hrsg.): James A. Garfield. A Bibliography, (1998). Stellt die Forschungsliteratur bis 1998 zusammen.
  • Peskin, Allan: James A. Garfield: A Biography, (1987)
  • Clark, James C.: The Murder of James A. Garfield, (1994)