Fatê (Hozan Fatê) ( jdb . 1973, Ermanes (Wan) hunermendeke kurd e.

Fatê
Hozan Fatê di Newroza Swîsrê de (adar 2008)
Jiyan
Jidayikbûn1973
Gundê Ermanes (Wan)
Cureyê muzîkêMuzîka kurdî
PîşeStranbêjî
MalperNaye zanîn
biguhêreBelge

Hozan Fatê xwe di hevpeyvînekê de wiha dide nasîn: Ez biraza Kato, keça Kemalê Xanî, ji malbata Ehmedê Xanî me.

Ew di sala 1973an de li gundê Ermanas a Wanê jidayikbû. Di zarokatiya xwe de dest bi xwendina stranan kiriye. Bandora apê wê Kazo gelek li ser wê bûye. Ji ber ku stran xwendina jinan di civatê de biyanî hatiye dîtin, wê di destpêka kariyera xwe de bi tenê di komên biçûk ên jinan de destpêkir. Wê bi gelemperî stranên apê wê Kazo û kilamên nas ên herêmê dixwend.

Di sala 1986an de ew digel ap û pismamê xwe Koma Şîrvan dadimezirîne. Kom bi taybetî li herêma Wanê aktîf bû û hunera xwe di def û mîhrîbanên kurd de dianîn ziman. Bi ji holê rakirina qedexeya li ser zimanê kurdî kom di sala 1991an de dest bi kişandina yekemîn albuma xwe dike.

Navê yekemîn albuma komê Zimanê kurdî bû û di sala 1992an de hat weşandin. Strana komê ya bi navê Zimanê kurdî zimanê me ye rastî gelek ecibandine tê û dibe straneke klasîk a komê.

Fatê di sala 1994an de ji koma Şîrvan vediqete û navberek dide muzîkê. Di sala 1994an de koçî Elmanya dike.

Girêdanên derve biguhêre