Fîs, Licê
Fîs (bi tirkî: Ziyaret) li başûrê rojavayê Licê li ser riya Amedê 60 km ji Licê dûr e. Gund li başûrê deşta Fîsê hatiye avakirin. Gundekî bejî ye. Fîs bi xerabeyên Daqnanos tê nas kirin. Li ser riya Licê û Amedê qehweya Deşta Fîsê heye. Ciyê sekna rêwiyan e. Xwarinxane û çayxane li wir hene. Partiya Karkerên Kurdistanê jî li gundê Fîsê hatiye damezrandin. Wek îdare Fîs bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Gundî bi kurmancî dipeyîvin. Ji salên 50 yî ve li gund dibistan heye. Dewletê navê Ziyaret lê kiriye.
Fîs Ziyaret | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Diyarbekir |
Navçe | Licê |
Nahiye | Xîzan |
Demografî | |
Gelhe (2012) | 312[1] kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 38°20′0″Bk 40°33′44″Rh / 38.33333°Bk 40.56222°Rh |
Bilindayî | ~ 1.015 m |
Koda postayê | 21700 |
Koda telefonê | (+90) 412 |
Li gundê Fîsê di roja 27ê çiriya paşîn a 1978an de PKK hat damezrandin.
GelhenasîBiguherîne
Sal | Gelhe[2] |
---|---|
2012 | 312 |
2000 | 205 |
1990 | 741 |
1985 | 543 |
ÇavkanîBiguherîne
- ↑ tuik, 2012, ji orîjînalê di 23 nîsan 2013 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 15 hezîran 2014
- ↑ Yerelnet, Ziyaret, ji orîjînalê di 14 gulan 2012 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 14 tebax 2012
Ev gotar şitlekê girêdayî têkildarî erdnîgariya Kurdistanê ye. Ji bo guherandina naveroka gotarê, tu dikarî beşdarî Wîkîpediyayê bibe. |