Eyaleta Kurdistanê (bi osmanî ايالت كردستان, Eyâlet-i Kurdistân[1]) yek ji eyaletên dewleta osmanî bû ji sala 1847an heta 1867an. Yekeya îdarî ya pêşîn a dewleta osmanî ya ku bi navê "Kurdistan" hatibû navlêdanîn.
Hinek lêkolîner jî eyaleta Şehrezûr bi Kurdistanê ve tevlihev dikin, zen dikin ku eyaleta Şehrezûr eyaleta Kurdistan e.[2] Li sala 1847ê Bedirxan Beg serî hildaye. Di rojnameya osmanî li 14 kanûna pêşîn 1847ê da - Rojnameya Takvim-i Vekayi - parêzgehekî bi navê "Eyaleta Kurdistan" bi fermî hatiye damezirandin.[3] Di vê eyaletê de misilmanên kurdîaxiv dijiyan. Li gorî salnameya wê heynê Hakkâri, Dêrsîm û Diyâr-ı Bekr li sala 1849ê daxilî vê eyaletê kirin. Herêm ji ber damezirandina xwa paşînga hatiye guhartin û li sala 1867ê hatiye belavkirin.[4]