Eslîxan Yildirim nivîskar û lêkolînereke Kurde û di sala 1960’î de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Nisebînê xwendiye. Dûra li Erziromê, li Lîseya Mamostetiyê ya Keçikan a Nenehatûnê û dîsa di heman dibistanê de Enstîtuya Perwerdeyê qedandiye. Bîst salan li Nisêbînê mamostetî kiriye. Ji sala 1999’an ve li ser dîrok û çandê lêkolînê dike. Berî dest bi weşangeriyê bike, bi hin weşanxaneyan re bi hevkarî dest bi çapkirina berhemên li ser çand û tarîxa Kurdistan kiriye. Sala 2012’an li London ‘Weşanxaneya Azad’ 2013’an de jî li Tirkî ‘Azad Yayınevi’ vekiriye. Heta niha 5 berhemên wê hatine çapkirin, yek jê ji bilî Kurdî bi du zimanê din jî hatiye weşandin. Berhama bi navê “Di Sedsala 20’an de KURDISTAN û SÎNOR –Cild I(Diroka Sînorê Di Kurdistana Bêsînor de)” di sala 2013’an de bi Tirkî bi navê “20. Yüzyılda KÜRDİSTAN ve SINIRLAR- Cild I-(Sınırsız Kürdistan’ın İçindeki Sınırların Tarihi)” hat çapkirin. Herdu cildê heman berhemê Brahîm Mehmûd wergerandiyê Erebî û ji aliyê Akademiya Kurdî ya Hewlêr ve di sala 2016’an de hatiye weşandin. Di kongreya 10’emîn ya PENa KURD de(22.06.2019-Oldenburg/Almanya) wek hevseroka PENa KURD hatiye hilbijartin. Sê zarokên wê hene. Bi Tirkî, Kurmancî û hinekî jî Erebî û İngilîzî zane.

Eslîxan Yildirim
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Berhem biguhêre

  • Tarihin Tanığı Nusaybin (Nisêbîna Şahida Dîrokê), Şaredariya Nisêbîn, 2001
  • Kaniyek ji Mezopotamyayê/NISÊBÎN, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê , 2005
  • Herdemciwanê (Çîrokên Gelêrî), Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2009
  • Çîrokên Zarokan- (Pîrê û Dîk, Gayê Cot, Herdemciwanê, Pîrê û Rovî, Rovî û Şêr)- Hin çîrok ji berhema Herdemciwanê-bi wêne, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2009
  • Di Sedsala 20’an de Kurdistan û Sînor –Cild I(Diroka Sînorê Di Kurdistana Bêsînor de), Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2009
  • Di Sedsala 20’an de Kurdistan û Sînor / Cild I-II, Weşanên Azad/London 2013

Çavkanî biguhêre

https://wesanxaneyaazad.net/index.php/pirtuken-pdf/ Girêdana arşîvê 2020-10-19 li ser Wayback Machine https://m.bianet.org/bianet/yen-din/209699-eslixan-yildirim-u-sami-tan-bune-hevseroken-pena-kurd</ref> https://www.youtube.com/watch?v=LB4NtYII5TQ