Doktor Seîd

Bijîşkê kurd

Doktor Seîd sala 1863'an li Sinê hat dinyayê. Bavê wî Mele Resûl bû û ew di malbata xwe de meleyê heftan bû. Çaxê bavê wî mir, Seîd ê ku hingê sêzdeh salî bû, di cihê wî de bû mamoste, di mizgeftê de bang dida û bû pêşnimêj. Doktor Seîd qenc bi kurdî, farisî, erebî, aşûrî, înglîzî û îbranî dizanî. Ji bo demekê wî xwe bi Neqşebendiyan ve girt, lê hingê wî dest pê kir Încîl xwend û piştî demekê bû Mesîhî. Çaxê ku ev yek hat zanîn, diviya ku ji bajarê xwe bireviya û hingê ew çû Hemedanê, bû doktor û li wir jin ji xwe re anî. Ji 1893 heta 1895'an, ew li Swêdê û li Înglistanê geriya û li Londonê bijîşkî xwend û piştre vegeriya Hemedanê. Sala 1902'an ew careke din çû Londonê û doktoriya çavan xwend. Ew gelek caran di herêmên Kurdistana Îranê de digeriya û wî ji mîr, walî û neviyekî Şah heta bi feqîran mirovên nexweş sax dikirin û ji bo baweriya xwe şahidî dikir. Sala 1942'an ew li Tehranê mir. Serhatiya jiyana wî di çend zimanan de hatiye weşandin (Înglîzî, Tirkî, Soranî).

Çavkanî biguhêre

Girêdanên Derve biguhêre