Bijîşkên Sînornenas

(Ji Doktorên sînornasnekirî hat beralîkirin)

Bijîşkên Sînornenas - MSF (bi fransî: Médecins Sans Frontières), an jî Bijîşkên Tixûbderî, Bijîşkên Tîxûbnasnekirî û Doktorên sînornasnekirî, rêxistineke navneteweyî ya bijîşkên aştîxwaz e. Di sala 1971'î de hatiye damezrandin. Sala 1999'î Xelata Nobel a aşitiyê wergirtiye.

Rêxistin ji her aliyê ve serbixwe ye û cihê xebata xwe herêmên lê şer, qedexe, xizanî û rewşên awarte hene ye. Navenda wê li Swîsre, Genewreyê ye. Bingeha rêxistinê ji aliyê Fransiyan, bi taybetî ji aliyê Bernard Kouchner ve hatiye avêtin. Tê texmînkirin ku zêdetirî 3.000 endamên wê hene û wekî rêbaz, sê bendan bikartîne: Vegotin, Bicihbûn, Alîkarî.

Li 19 welatan şax vedaye. Bûtçeya xwe li dora 400 milyon dolar e û 80 % ji aliyê doktorên endam ve tên bexşandin. Rêxistinê heya niha gelek aksiyonên mezin li darxistiye, bi taybetî li Kosovo û Çeçenistanê. Xebatên wê li Kurdistanê hema bigire hîç nîne. Lewra dewletên ku Kurdistan dagirkirine, destûrê nadin. Dîsa jî ji ber bêdengiya li hemberî Kurdistanê gelek rexne lê tên kirin.