Diyaspora

(Ji Diyazpora hat beralîkirin)

Diyaspora (ji yewnanî: διασπορά diasporá) tê wateya belavbûnê. Peyva diyaspora ji bo civakên li derve welat jî tê bikaranîn. Wek diyasporaya Kurdan a li Ewropayê an jî diyasporaya Kurdan a li Stenbolê. Mirovê ku ji ber sedemên şer û ankû aboriyê û hwd ku êdî nikaribû li cih û warê xwe bijî û derfeta jîyane wî li warê wî nema û ji warê xwe bar kir û çû cihekî dîn û lê bicih bû, hingê jê re "dîyaspora" tê gotin. Sedemên ku dîyaspora diafirênin, herî zêde sedemên weke şer û hwd in. Di nava welatekî de ku gelek komên jevcuda hebin û rejima serdest ku li dijî komna ku di nava sînorê xwe de bidest zor û tûndûtûjiyê kir, êdî ji ber wê ravîn û ankû barkirin dibê. Ji kîjan aliyê ve, ku mirov li dîyaspora binerê, mirov wê di temenê wê û afirîna wê de bêmafîya ku li mirov hatîya kirin bibîne.

Di sadsale me de, herî zêde xalkên dîyaspora wan zêde bû û ket rojevê de kurd, Cihû û ermenî bûna. Dîyaspora van hersê xalkan jî ji ber ku şer li ser serê wan hatîya meşandin û rastî jenosîdê hatina, êdî dîyaspora wan afirîya. Jenosîda Ermeniya di salên 1916´an de, jenosîda Cihûyan di salên 1945´an de û jenosîda Kurdan ku ji salên 1923´an ve ku destpê kirîya û tevkujiyên weke ên komkujiya dersimê, Komkujiya Zilanê, Komkujiya Helepçe, komkujiya roboskî û hwd ku jîyane ku hetas roja me ew didomê, bi xwe re dibina sedemên dîyapora wan jî. Bi vê yekê, mirov divê ku bêje ku dîyaspora, ji ber sedemekê bi zorê ku ji cih û warê xwe goç kirin a.