Dilemasûlke an jî masûlkeya dil (bi înglîzî: cardiac muscle) yek ji sê corên masûlkeyan e.

Ji bo şaneya dilemasûlke, peyva myokardiyum tê bikaranîn.

Herwekî ji navê wê jî diyar e, ev masûlke tenê di pêkhateya dil de cih digire[1]. Di laş de mêjera dilemasûlkeyê li gor peykeremasûlke û lûsemasûlkeyê gellek hindik e. Bi girjbûn û xavbûna masûlkeyên guhike û zikokeyên dil, xwîn ber bi hemû endam û şaneyên laş ve tê pompekirin. Ango karê sereke ya dilemasûlkeyê, pompekirina xwînê ye[2].

Dîwarê dil ji sê çînan pêk tê; çîna derve perîkardiyum, çîna naverast myokardiyum, çîna navî jî wekî endokardiyum tê navkirin. Miyokardiyum bi gelemperî ji dilemasûlkeyê pêk tê. Çîna dilemasûlke li dîwarê guhikeyên dil de tenik, li dîwarê zikokeyan de stûr e. Dilemasûlke herî zêde di dîwarê zikokeya çepê de stûr e[3]. Ji bo şaneya dilemasûlke, peyva myokardiyum (bi înglîzî: myocardium) tê bikaranîn[4][5].

Pêkhateya dilemasûlke û xaneya dilemasûlkeyêBiguherîne

 
Dilemasûlke di diwarê dil de cih digire.

Lêdana dil û ahenga dillêdanê, ango girjbûn û xavbûna masûlkeyên dil ji aliyên komek xaneyên taybet ên li ser dîwarê guhikeya rastê ve tê kontrolkirin. Navê koma van xaneyan girê berika guhike ye (bi înglîzî: sinoatrial node)[6]. Girê berika guhike, pêkhateyek pan e, ji dilemasûlkeyên taybet pêk tê. Dirêjiya girê berika guhikeyê bi qasî 15 mîlîmetre, firehiya wê bi qasî 3 mîlîmetre û stûriya wê jî bi qasî 1 mîlîmetre ye[7]. Xaneyên girê berika guhike, wekî xaneyên pêngave diristker (bi înglîzî: pacemaker cells) tên navkirin. Xaneyên pêngave diristker ne di bin kontrola mirov de, lê di bin kontrola demarekoendama xweyî û hin hormonan de girjbûn û xavbûna masûlkeyên dil rêk dixin.

Ji bo girjbûn û xavbûnê, masûlkeyên dil ji xaneyên pêngave diristker ragihandin werdigirin lê leza lêdana dil ji aliyê demarekoendama xweyî û hormonan ve tê rêkxistin[8]. Leza girjbûn û xavbûna dilemasûlkeyê ji peykeremasûlkeyan hêdîtir, ji lûsemasûlkeyan leztir e.

Xaneyên dilemasûlkeyê li bin mîkroskobê de, mîna xaneyên peykeremasûlkeyê, hêldar xuya dibin û sarkomer li xwe digirin[9]. Xaneyên dilemasûlke ji xaneyên peykeremasûlkeyê kintir in lê ji xaneyên peykeremasûlkeyê stûrtir in[10]. Her xaneyek dilemasûlkeyê bi gelemperî yek navik li xwe digire, hin caran dibe ko xaneyên dilemasûlke cotnavikî bin. Xaneyên dilemasûlkeyê liqdar in, her xane liqek an jî zêdetir liqan li xwe digire[3]. Serê xaneyê û serê liqê xaneyê ya xaneya pêş bi ya xaneya paş ve di nav têkiliyê de ye. Di bin mîkroskobê de girêdanên navbera xane û liqê xaneyan wekî hêlên stûr û tarî xuya dibin. Evan girêdanan wekî xepleyên navbera xaneyan (bi înglîzî: intercalated discs) tên navkirin[1]. Xepleyên navbera xaneyan wekî girêdanên navber (bi înglîzî: gap junctions) kar dikin[6]. Ragihandinên ji bo girjbûna masûlkeya dil ji xaneyek bo xaneya din, bi navbeynkariya xepleyen navbera xaneyan tê guhêztin[7].

Xepleyên navbera xaneyan beşek ji parzuna xaneyê ne, ji bo girjbûna dilemasûlkeyê du pêkhateyên girîng li xwe digirin[11]; girêdanên navbera xaneyan û dezmozom (bi înglîzî: desmosomes)

Girêdanên navbera xaneyan, di navbera masûlkerîşalên dilemasûlkeyên cînar de cogan ava dike. Erkê kar, di nav van cogan de ji xaneyek ber bi xaneya din derbas dibe[11]. Gehînkeyên bi girêdanên navber wekî girêdanên elektrîkî tên navkirin. Ji bo girjbûna dilemesûlke, sinyalên elektîkî bi şeweyê erkê kar hê leztir belavê xaneyên dilemasûlke dibe loma hemû xaneyên dil bi hev re bi awayekî ahengî girj dibin[11].

Pêkhateya duyem a xepleyên nevbera xaneyan, wekî dezmozom tê navkirin. Dezmozom xalên zeliqînê ne ko serê xaneyên dilemasûlkeyê bi hev re girê didin. Bi vî awayê dema di her xaneyek de girjbûn rû dide, xane ji hev venaqetin[12].

Herwekî xaneyên peykeremasûlkeyê, xaneyên dilemasûlke jî ji sarkomeran pêk tê[9]. Sarkomer di navbera du hêlên Zyê de cih digire, ji deziyê stûr û deziyê barîk pêk tê. Deziyê stûr ji miyozînê pêk tê. Di Serikên miyozînê de ji bo girêdana bi aktînê re beşek heye herwisa çalakiya ATPaz jî li serikên miyozînê de rû dide.

Deziyê barîk ji sê cor proteînan pêk tê: aktîn, tropomiyozîn û troponîn. Aktîn proteînek gogî ye, proteînên aktînê bi hevre girê dibin û bi awayekî du deziyên lûlpêç deziyê aktînê pêk tînin. Li ser aktînê cihên girêdana miyozînê heye. Tropomiyozîn li ser aktînê de dirêj dibe û cihên girêdana miyozînê vedişere. Troponîn jî proteînek gogî ye û ji sê binebeşan pêk tê. Ji van binebeşan, binebeşa C ya troponînê bi kalsiyumê ve girê dibe û tropomiyozînê ji cihê girêdana miyozînê dûr dixe ko panîpire ava bibin.

Berevajiyê peykeremasûlke, xaneyên dilemasûlke nikarin bi kiryara meyandinê (genîn) ji xurekan ATP berhem bikin[10]. Xaneyên dilemasûlke bi henasedana xaneyî di mîtokondriyan de bi navbeynkariya oksîjenê ji xurekan ATP berhem dikin, loma xaneyên dilemasûlkeyê li gor masûlkeyên din, bi hejmarek hê zêdetir mîtokondrî li xwe digirin[12].

Gavên girjbûna dilemasûlkeyêBiguherîne

Girjbûna dilemasûlke jî li gor bîrdoziya xilîska dezîyan (bi înglîzî: sliding filament theory) rû dide. Li gor wê bîrdoziyê, di navbera aktîn û miyozînê de panîpire ava dibin û hildiweşin, deziyên barîk li ser deziyên stûr ve dixelîskin. Bi vî awayê sarkomer kin dibin. Dilemasûlke jî mîna peykeremasûlke û lûsemasûlkeyan bi navbeynkariya erkê kar hêza girjbûnê bi dest dixin.

Her dillêdanek de ne yek lê koma xaneyên dilemasûlke girj dibin. Ji bo destpêkirina lêdana dil sinyalên elektrîkî ji girê berika gihukeyê tê[13]. Gava ji xaneyên girê berika gihuke sinyal digihîje xaneyên dilemasûlkeyê, xane bi navbeynkariya xepleyên navbera xaneyan, sinyalan belavê xaneyên din dike. Ji ber sînyalan, li parzûna xaneyê ya xaneyên dilemasûlkeyan de cogên sodyum û yên kalsiyumê vedibin, berevajîbûna cemsergirî û erkê kar rû dide[4]. Erkê kar bi navbeynkariya lûlekên T, berevajîbûna cemsergiriyê, belavê nav xaneyê dike. Bi vebûna cogên kalsiyumê, kalsiyum ji şileya derveyê xaneyê derbasî nav xaneyê dibe. Herrika kalsiyumê, di nav xaneyê de xestiya kalsiyumê zêde dike. Ev xestî ji bo destpêkirina girjbûnê ne bes e, lê zêdebûna xestiya kalsiyumê bandor li ser retîkûlûma sarkoplazmî dike ji wê jî kalsiyum tê derdan. Bi vî awayê xestiya kalsiyumê di nav xaneyê de bi têra xwe zêde dibe[14].

Deziyê barîk ji proteînên aktîn, troponîn û tropomiyozînê pêk tê. Gava masûlke xav (sist) ê, tropomiyozîna deziyê aktînê li ser rûyê çalak a aktînê de dimîne, cihê girêdana miyozînê vedişêre, loma serikê miyozînê nikare bi aktînê ve girê bibe. Ji bo girjbûna masûlkeyê divê di navbera deziyê aktîn û miyozînê de panîpire ava bibe. Ango divê serikê miyozînê bi rûyê çalak a aktînê ve girêdan ava bike. Rûyên çalak cihên taybet in li ser deziyê aktînê û ji bo girêdana miyozînê tên bikaranîn.

Ji bo girjbûna masûlkexaneyê, kalsiyuma nav xaneyê bi troponîna ser aktînê ve girê dibe, ji ber wê girêdanê şêweyê tropomiyozîna li ser rûyê çalak a aktînê diguhere, tropomiyozîn ji rûyê girêdana miyozînê dûr dikeve. Bi dûrketina tropomiyozînê, rûyê çalak a aktînê ya ji bo girêdana miyozînê xuya dibe. Serikê miyozînê bi aktînê ve girê dibe û panîpire ava dibe. Bi avabûn û hilweşîna panîpireyê, deziyên barîk û yên stûr li ser hev dixilîskin, bi vî awayê hêza kêşandinê peyda dibe, sarkomer kin dibe[14]. Rêjeya girjbûna xaneyên dilemasûlkeyê ji aliyê xestiya kalsiyuma nav xaneyê ve tê diyarkirin. Heke xestiya kalsiyumê zêde be, girjbûn jî hê bi hêztir rû dide.

Xavbûna dilemasûlkeyêBiguherîne

Ji bo xavbûnê divê xestiya kalsiyuma nav sarkoplazmaya xaneyê bêne kêmkirin. Bi navbeynkariya enzîma kalsiyum ATPaz, hinek kalsiyum di retîkûlûma sarkoplazmî de tê embarkirin. Herwisa hinek kalsiyum jî bi rêka cogên kalsiyumê, bi xerckirina enerjiya ATPyê û navbeynkariya enzîma kalsiyum ATPaz ji xaneyê tê dûrxistin. Hinek kalsiyum jî bi pompeya kalsiyum-sodyumê ji xaneyê tên avêtin. Bi vî awayê xestiya kalsiyumê di nav xaneyê de dadikeve, kalsiyum ji troponînê diqete, rûyê çalak a aktînê ji aliyê tropomiyozîmê ve tê girtin, panîpire hildiweşe û xavbûna masûlkeyê rû dide[14].

 
pêngave diristker a destkar.

Nexweşîya dilemasûlkeBiguherîne

Hin caran pêngave diristker (girê berika guhike) sînyalên elektîkî bi şeweyek neasayî dişînin xaneyên dilemasûlkeyê, ji ber sînyalên neasayî ahenga dillêdanê têk diçe. Ji bo çareserkirina vê nexweşiyê, pêngavê dirisker a destkar bi masûlkeyên dil ve tê girêdan. Ev amûr di nav gel de wekî pîla dil jî tê navkirin.

ÇavkanîBiguherîne

  1. a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  2. Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  3. a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  4. a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  5. Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9
  6. a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  7. a b Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  8. Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  9. a b Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  10. a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  11. a b c Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  12. a b Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  13. Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  14. a b c Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.