Destar, cureyekî aşê prîmîtîv e. Ji du kevirsêlên gilover pêk tê. Kevirê ser tê gerandin û gorî mezinahî û giraniya kevirsêlan genim, ce, nîsk û hwd tê de dihê hêrandin.

Destarek ji Tîbetê

Çêkirina savarê biguhêre

Bo çêkirina savarê jî tê bikaranîn. Li hin gundan bo çêkirina savarê ding hene. Ding milkê hemî gundiyan e. Kevirê wî yê ser wekî gogê, yê binî jî wekî tasê ye. Bo yek an du cot ga, hêştir an kerê ding tê gerandin. Di demeke kurt de bo savara hemî gundiyan tê çêkirin.

Çavkanî biguhêre