Dengir Mir Mehmet Fırat

Siyasetmedarê Tirk
(Ji Dengir Mîr Mihemed hat beralîkirin)

Dengîr Mîr Mehmed Fêrat, an bi navê fermî yê romî Dengir Mir Mehmet Fırat (z. 8ê tebaxa 1943an li Kolîk, Semsûrê, Bakurê Kurdistanê - m. 11ê tîrmeha 2019an, li Enqereyê, Tirkiye), siyasetmedarekî kurd bû ê ku di parlamentera Tirkiyeyê de kar kiriye. Cara dawiyê, cihgiriya serokwezîrê tirk, Recep Tayyip Erdoğan kiriye.

Dengir Mir Mehmet Fırat
Jidayikbûntebaxa 1943an
Kolîka Semsûrê (Bakurê Kurdistanê)
Mirin11ê tîrmeha 2019an
Enqere (Tirkiye)
Sedema mirinêKansera kezebê li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêgoristana Karşıyakayê (Enqere) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Ankara University, Law School Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Meqam
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (Mersin, 2015–2018)
  • substitute member of the Parliamentary Assembly of the Council of Europe (2002–2003)
  • cîgirê/a serok (Partiya Dad û Geşedanê, –2008)
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (Adıyaman, 1999–)
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (Mersin) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di zanîngeha Enqereyê de perwerdehi dadê dîtiye. Parêzerî, cotkarî, bazirganî kiriye. Yek ji damezîrênerên AKP. Di hilbijartinan de 3 caran wekî parlamenterê parêzgeha Adiyemanê bo meclîsa tirkan hatiye hilbijartin. Marî Zozan bûye (zewiciye), du zarokên wî hene.

Paşnava wan jî kirin Fêrat biguhêre

Dewleta Romê piştî zagona paşnavan, paşnave ku daye malbata Şêx Seîd, dide malbata Dengir Mîr Mihemed jî. Di rastiyê de eqrebatiya wan nîne û carnan şaşî derdikevin.

Bapîrê wî Hecî Bedir Axa Parlamentera Meledî û Qersê kiriye. Apê wî Hüseyin Fehmi Fırat û xalê wî M. Sırrı Turanlı jî parlamenterî û senatorî kirine. Sala 2000î li ser navê Fazilet Partisi dibe berendamê serokkomariyê.

Rexne li AKPê dike tê safkirin biguhêre

Di hilbijartinên giştî yên 2011ê de Erdogan gelek siyasetmedarên bi eslê xwe kurd in ên AKPyê, taswiye dike, ku yek ji wan jî Dengir Mîr Mihemed e. AKP xwe ji sozên dabû vedikişîne, xwe dide statûkoparêzî, neteweperweriyê. Dengir Mîr Mihemed jî viya rexne dike û tîne ziman. Erdogan wî ji cihgiriya serokwezîriyê digire.

Mirina wî biguhêre

Dengir Mîr Mihemed Fêrat di 11ê tîrmeha 2019an de li Enqereyê ji ber nexweşiya penceşêra kezebê çû ber dilovaniya Xwedê[1].

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre