Daniel Gabriel Fahrenheit

Daniel Gabriel Fahrenheit (jdb. 14ê gulana 1686an – m. 16ê îlona 1736an) fizîknas û endazyarê Elmanî ko jibo danana pileyên têhnê, yên ko bi navê wî mane, navdar e.

Daniel Gabriel Fahrenheit
Jidayikbûn24 gulan 1686 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gdańsk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin16 îlon 1736 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Den Haag Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêKloosterkerk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîPolish–Lithuanian Commonwealth Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
Xelat
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgar biguhêre

Daniel li roja 14ê gulana sala 1686ê li bajarê Gdańsk (bi Elmanî: Danzig) ko bajarekê Prûsiya ya şahanî bû hat dinyayê. Malbata wan yek ji Hanseyiyan bûn ko bi koka xwe ji bajarê Hildsheimê ji Elmanyaya niha çû bûn wêderê. Daniel li Prûsyayê hat dinyayê, lê pirraniya jiyana xwe li Komara Holendayê bihurand.

Piştî ko daybabên wî bêdestî kivarkên jehrîn wxarin û li roja 14ê tebaxa 1701ê mirin, wî li temenê 16 saliyê li bajarê Amsterdamê dest bi perwerandina xwe mîna bazirganekî kir. Lê meraqa wî jibo zanistên xweriskî zêdetir bû. Ew çû Berlînê û gelek bajarên dî û dest bi xwînina zanistan kir. Li dawiya temenê xwe ew li Amsterdamê bû desrdêrê kîmyayê.

Wî Bazirganiya şîşe û şîşealavan dikir û amîrên mîna pestpîv, berzîpîv û têhnpîvan çêdikirn.

Herwiha Binêre biguhêre