Courteney Cox

Lîstikvanekî Amerîkî

Courteney Cox (jdb.15ê hezîrana 1964an li Birmingham, Alabama ) lîstikvaneke amerîkî ye. [5] Lîstikvanê ku di rêzefîlma TV Friends û fîlma tirsnak Scream lîst . [5]

Courteney Cox
Jidayikbûn15ê hezîrana 1964an(1964-06-15) (59 salî)
EsilAmerîkî
PîşeLîstikvan , fîlmçêker
Salên çalak1984 - roja me
Hevjîn
(z. 1999; bd. 2013)
PartnerMichael Keaton (1989–1995)[1]
Johnny McDaid (2013–present)[2][3][4]
Zarok1
biguhêreBelge

Biyografî biguhêre

Courteney Cox zaroka çaremîn a Richard Cox û Courteney Copeland bû û li Alabama mezin bû. Piştî qedandina Dibistana Bilind a Mountain Brook, ew çû Koleja Mount Vernon ji bo xwendina xiratê. Di dawiya salekê de, di encama lihevkirinek bi Ajansa Modelê ya Ford re, wê dev ji dibistana xwe ya xiratê berda û çû New Yorkê da ku kariyera xwe ya modelkirinê bidomîne. Di dema modelsaziyê de dersên lîstikvaniyê jî girt û bi vî awayî dev ji devoka xwe ya başûrî berda.

Piştî ku di sala 1984an de di vîdyoya muzîkê ya strana Bruce Springsteen "Dancing in the Dark" de xuya bû (wî bi Springsteen re li ser sehnê dans kir), Piştî wê Masters of the Universe (1987), Cocoon: The Return (1988) û Blue Desert (1991)de û gelek projeyan wisa yên fîliman cih girt.

Wî di rêzefîlma televizyonê ya kurt de Misfits of Science (1985) û pîşt re di rêzefîlma Family Ties de, (ku ji 1987an heya 1989an derbas bû), lîst.

Courteney Cox bi rola xwe ya Monica Geller li ser Friends (1994 - 2004) herî baş tê zanîn. Ew di rêzefîlma Friends de tenê lîstikvan e ku ji bo Xelata Emmy nehatiye berbijar kirin. Wî her weha di gelek fîlmên Hollywoodê de wekî Animal Detective (1994), Scream (1996), Scream 2 (1997), Scream 3 (2000) û 3000 Miles to Graceland (2001) xuya bû.

Ew di 12ê hezîrana 1999an de bi lîstikvan David Arquette re zewicî, wan hev li ser seta fîlimê Scream nas kirî bûn. Di 13ê hizêrana 2004ê de ji zewaca wan keçek bi navê Coco Riley Arquette çêbû. Di sala 2010 de, hevjînê biryar da ku ji hev veqetin. Her du di gulana 2013 de ji hev cuda bûn.

Wî di rêzefîlma Dirt de lîst, fîlm 2017 li ser qenala FOX hate weşandin. Di navbera 2009 û 2015 de, wî di rêzefîlma komedî ya Cougar Town de lîst. Rêzefîlm di sala 2010an de ji bo Xelatên Kûreya Zêrîn berbijar bû.

Jiyana şexsî biguhêre

Cox xwedan jiyanek evînî ya çalak bû. Hevalbendên wê yên berê jî promotorê rockê Ian Copeland, lîstikvan Michael Keaton û stranbêjekî Counting Crows ê Adam Duritz hene.

Cox di 12ê hezîrana 1999an de, li Katedrala Grace li San Francisco, bi lîstikvan David Arquette re zewicî. Keça zewacê, Coco, di hezîrana 2004 de hate dinê . Jennifer Aniston, hevalbenda wê ya Friends û hevala wê ya nêzîk, bû dêya vaftîzê Coco. Cox eşkere kir ku piştî zayîna zaroka xwe şeş meh şûnde bi depresyona piştî zayînê re tekoşîn kir. Di 11ê cotmeha 2010an de, Cox û Arquette ragihandin ku zewaca xwe bîqedînin . Lê ew hevaltiya xwe yên nêzîk bidomînin û Coquette Productions'a (pargîdaniya çêkerînê ya ku wan bi hev re ava kirîbûn) , têkiliyek xebatê bi hev re dewam bikin. Di hezîrana 2012an de, Arquette piştî ku nêzî du salan ji Cox veqetiya, serlêdana jinberdanê kir. Zewac di gulana 2013an de bi dawî bû.

Cox di dawiya 2013an de tekîliyên endamê koma Snow PatrolJohnny McDaid ra dest pê kir. Her du di hezîrana 2014an de nîşanî kirina xwe ragihand. Demekî kurt de gustîl avêtin lê tekîliyên xwe domandin.

Cox jî bi karateya Budokan re mijûl dibe.

Fîlmografî biguhêre

Fîlm
Sal Fîlm Rol Nîşe
1987 Down Twisted Tarah
Masters of the Universe Julie Winston
1988 Cocoon: The Return Sara
1990 Bay Kader Jewel Jagger
1991 Blue Desert Lisa Roberts
1992 Shaking the Tree Kathleen
1993 The Opposite Sex and How to Live with Them Carrie Davenport
1994 Hayvan Dedektifi Melissa Robinson
1996 Scream Gale Weathers
1997 Commandments Rachel Luce
Scream 2 Gale Weathers
1999 The Runner Karina
2000 Scream 3 Gale Weathers
2001 3000 Miles to Graceland Cybil Waingrow
The Shrink Is In Samantha Crumb Heman demê de derhêner , çêker
Get Well Soon Lily
2004 November Sophie Jacobs
2005 Durahiya herî dirêj Lena
2006 Barnyard Daisy dengdan
Zoom Marsha Holloway
The Tripper Cynthia Heman demê de derhêner , çêker
2008 Alien Love Triangle Alice Connor Kurtefîlm
The Monday Before Thanksgiving Cece Kurtefîlm
Çîvanokên rastî Wendy
The Butler's in Love Kurtefîlm derhêner , çêker
2011 Qîrîn 4 Gale Weathers-Riley
2012 Got Rights? Navdar Kurtefîlm
2014 Just Before I Go derhêner , çêker
2016 Mothers and Daughters Beth
2020 You Cannot Kill David Arquette Xwe Belgesel
2022 Scream Gale Weathers-Riley
Televîzyon
Sal Fîlm Rol Nîşe
1984 As the World Turns Bunny Beşa : "1.5000"
1985 Code Name: Foxfire Hostes/Amy 2 beş
1985-86 Misfits of Science Gloria Dinallo Serlîstîkvan , 16 beş
1986 The Love Boat Carol Beşa: Dare Devil/Picture Me As a Spy/Sleeper
Sylvan in Paradise Lucy Apple Fîlima TV
Dosyaya kuştinê Carol Bannister 2 beş
1987 If It's Tuesday, It Still Must Be Belgium Hana Wyshocki NBC Fîlima TV
1987-89 Family Ties Lauren Miller 19 beş
1988 I'll Be Home for Christmas Nora Bundy NBC Fîlima TV
1989 Roxanne: The Prize Pulitzer Jacquie Kimberly Fîlima TV
Judith Krantz's Till We Meet Again Marie-Frederique 'Freddy' de Lancel CBS rêzefîlma kurt
1990 Curiosity Kills Gwen NBC Fîlima TV
1991 Morton & Hayes Dotmîr Lucy Beş: Oafs Overboard
1992 Battling for Baby Katherine CBS Fîlima TV
Dream On Alisha Beş: Come and Knock on Our Door
1993 The Trouble with Larry Gabriella Easden 7 beş
1994 Seinfeld Meryl Beşa: "The Wife"
1994-2004 Friends Monica Geller Serlîstîkvan , 236 beş
1995 Sketch Artist II: Hands that See Emmy Fîlima TV
Saturday Night Live Pêşkeşvan Beş: Courtney Cox/Dave Matthews Band
1999 Happily Ever After: Fairy Tales for Every Child Emerald Salt Pork (deng) Beş: The Three Little Pigs
2000 WCW Monday Nitro Xwe Sezona 5em

Beşa: 33

2003 MADtv Xwe Sezona 9em

Beşa : 3

2004 Mix It Up 4 beş

derhêner , çêker

2005 Rehab Taylor Kennedy beşa pîlota ya nehatî firotin, rêveber , çêker
Dirt Squirrel Fîlima TV derhêner , çêker
Talk Show Diaries Fîlima TV derhêner , çêker
The MidNightly News Fîlima TV derhêner , çêker
2005-07 Daisy Does America 8 Beş derhêner , çêker
2007-08 Dirt Lucy Spiller Serlîstikvan ,20 beş derhêner , çêker
2009-15 Cougar Town Jules Cobb Serlîstikvan 102 beş, derhêner , rêveber çêker
2009 Scrubs Dr. Maddox 3 beş
2009, 2011 Web Therapy Serena DuVall 4 beş
2011 Private Practice Jin Beşa: "Step One"
2012 TalhotBlond Amanda Fîlima TV derhêner , çêker
2013 Go On Talia Beşa: "Matchup Problems"
Tripaholics Fîlima TV derhêner , çêker
2014-16 Drunk History Edith Wilson 2 beş
2014-17 Celebrity Name Game xwe 14 beş , rêveber , çêker
2015 Barely Famous xwe Beşa: "Favorite Socks"
2016 Charity Case Hailey beşa pîlota ya nehatî firotin, rêveber , çêker
Running Wild with Bear Grylls xwe Beşa: "Courteney Cox"
2017 Who Do You Think You Are? Xwe Beşa: "Courteney Cox"
Off Camera with Sam Jones Xwe Beşa: "Courteney Cox"
The Gong Show Xwe Beşa: "Will Arnett/Courteney Cox/Isla Fisher"
2018 Shameless Jen Wagner Beşa: "Face It, You're Gorgeous"
2019-20 9 Months with Courteney Cox Xwe 20 beş , rêveber çêker
2020 Modern Family Xwe Beşa: "The Prescott"
Celebrity Escape Room Xwe Programa taybet ya Tv
2021 Friends: The Reunion Kendisi Programa taybet ya Tv, rêveber çêker
Shining Vale Patricia "Pat" Phelps Serlîstîkvan
Last Chance U Brittany Wagner Serlîstîkvan ,rêveber , çêker

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Macke, Johnni (15 hezîran 2021). "Courteney Cox's Dating History: From Michael Keaton and David Arquette to Johnny McDaid". Us Magazine. Ji orîjînalê di 7 nîsan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 sibat 2022.
  2. ^ Coleman, Maureen. "Friends star Courteney Cox admits separation from Snow Patrol's Johnny McDaid a trying time". Belfasttelegraph. Ji orîjînalê di 14 çiriya paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 çiriya paşîn 2021. Courteney Cox has admitted that it was difficult to maintain a long-distance relationship with her Northern Irish musician partner Johnny McDaid during the Covid-19 pandemic.
  3. ^ Nolasco, Stephanie (8 kanûna paşîn 2019). "Courteney Cox says her longtime 'partner' Johnny McDaid is 'my one'". Fox News. Ji orîjînalê di 14 çiriya paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 çiriya paşîn 2021. My man friend? That's good," the 54-year-old actress joked. "I don't know if that would go over very well. He's my partner. That's what he calls it, my partner. And I'm from Alabama, so you don't really say partner unless you're the same sex.
  4. ^ Longmire, Becca (24 hezîran 2021). "Courteney Cox Shares Sweet Selfie, Reunites With Johnny McDaid For First Date-Night After Two Months Apart". ET Canada. Ji orîjînalê di 14 çiriya paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 çiriya paşîn 2021. Courteney Cox and partner Johnny McDaid have reunited following two and a half months apart.
  5. ^ a b I like to watch: Arguing my way through the TV revolution. New York, NY: Random House. 2019. ISBN 9780525508984.