Claudia Pahl, ku bi navê Pahlî hatiye naskirin, nivîskar û hunermendekî alman e. Ji hêlekê ve wek aktereke şanoyê ko di warê satîrê (komîdiya rexeneyî) li Niedersachsen hatiye naskirin, ji hêla din ve nivîsên wê ên pexşan, efsane û helbestê belav dike.

Jiyan biguhêre

Pahlî, di sala 1971ê de ji dayîk bûye û niha li Hannover dijî. Pahlî xwendina xwe a zaniyariya civakê di sala 1998an, li zanîngeha Bochum û Hannover bi dawî aniye. Ji sala 2001ê ta niha jî serperştiya Govara rojane di Radiyo Flora de dike.

Ji salên 1989an de dest bi nivîsînê kiriye û gelek deqên şanoyên xwe nivîsîne. Pahlî di rêdaksiyona çend govaran de kar kiriye û hinek pirtûk weşandine.

Pahlî berhemên xwe di gelek govaran de belav kirin û bi taybetî ên di wan de kar kiriye û ên Radiyo Flora, herweha deqên xwe li pir deveran xwendine, û li pir cihan wek aktereke şano derketiye ser textê şanoyê.

Pahlî di beşê hunera axaftinê de pispora û waneyên hunera axaftinê (Rethorik) li Zanîngeh a Hannover û kursên taybet dide.

Pahlî di helbestên xwe de carnan ji motîvên siyasî derbasî deqên xwe dike û dixwazê bersivê bide. Lê vê dema dawî de, gihaye wê behweriyê, ko êdî bersivdan û qane,ikirin ne karê helbestê ye, belkî çandina pirsan pêdivîtir e ji bersivan, lê dîsan jî mirov tê tîne der, ko pirr caran xelkekî din û derdên wan dinivîsê.

Berhem biguhêre

  • Govara di navbera qadan de / 1998
  • VERschwore, govara toreya nû, êlûn 1999
  • Antolojiya Benda IX- pirtûxan bo helbesta bi elmanînivîs

Girêdanên derve biguhêre

Claudia Pahl Girêdana arşîvê 2004-08-20 li ser Wayback Machine

(ji tirej.net)