Biraşka sêvaxînê, sêvaxînkebab, kebaba tîkeyê domeyanî, kebaba sêva binerdê navê biraşkeke pêjgeha kurd e. Bi taybetî li parêzgeha Semsûrê navdar e. Bi latînî jê re Helianthus tuberosus dibêjin.

Biraşka sêvaxînê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Devokên kurdî de sêvaxîn biguhêre

Hin ji vanan cureyên sêvaxînê ne. Xebateke zanistî ji aliyê florîst û zimanzanên kurd ve nehatiye kirin.

  • Sêvarxin
  • Dîzbelok
  • Qencelîsk
  • Sevetalk
  • Sêva binerdê
  • Xencelîsk
  • Domeyana ne bejî

Berkelî biguhêre

  • 1/2 kg sêvaxîn
  • 1 pîvan tîrkera (terbiyeya) kebabê

Çêkirin biguhêre

Hûn dikarin bi kêfa xwe terbiyeya wê amade bikin. Herwiha hûn dikarin tîkeyên goşt an zebzeyeke din jî li ser şîşê rêz bikin lê di orjînalê de goşt nîne.

Sêvaxînên xwe pakij bişon, qalikên wan bigirin. Di nava terbiyeyê de li hev bidin. Li ser şîşê rêz bikin.

Pêşniyar biguhêre

Tîkeyên dawa pez tehmê dide vê kebabê. Ango tîkeyek dawê û ek jî sêvaxînê li şîşê bidin.