Mecîd Heso:

Aborînas, nivîskar û rojnamevan e. Heso di sala 01.03.1967 de li gundê Şêxidrê ku li ser parêzgeha Dihokê ye, hatiye dinê. Wî di sala 1990 de Zankoya Bexdayê/Fakulteya Abûrî û rêverberiyê (beşa Mamostetiyên bazirganî) qedand.

Mecîd Heso, ji sala 1995 vir de li Almanyayê dijî û bi şêweyek aktîv tevlî piraniya çalakiyên rewşenbîrî, edebî û siyasî li Ewrupe dibe ew ji sala 2006 vir de hemwelatiyê Almanya ya Federal e. Heso diwarê pirsgirêka kurdisatnê û abûriya navdewletî de pispore.

Mecîd Heso sala 1992 bûye endamê Yekêtiya Nivîskarên Kurdistanê û sala 1994 di desteya birêvebir ya senterê Laliş yê kulturî û civakî de cîgirtî ye, dûre bûye endamê rêdaksiona kovara Lalish. Heso salên 1999-2000 bûye sekreterê redaksiona rojnama Kurdistan û dûre jî xwediyê Kovara Kurdistanî Îmro, her dû jî li Berlin dihatin weşandin û li welatên ewrupa belav dibûn, Heso bi dehan Nivîs, simînar û berhem bi zimanên kurdî û erebî pêşkêşkirine.

Mecîd Heso ji sala 2001 vir de sernivîskarê malpera lalish e ku bi çar zimanan belav dibe.

Li 25.10.2007 xwendina xwe ya bilind (Magister) di warê pêwendiyên aborî û bazirganiya di navbera Almaniya û 6 welatên kendava erebî de qedandiye. Niha dixtoriya xwe li ser kartêkirina kirîza wuze û guherîna avûhewayê cîhanê li ser asta pêşketina bazirganiyê di navbera dewletên pîşesazî û dewletên cîhana sêyemîn de amade dike.

Diwarê mefê mirovan de jî M.Heso çalakî û xebatek berçav heye, sala 2006 bûye endamê Navenda Anfal û Helepçe Kurdistan (CHAK), du salan jî( 2006-2008 ) berpirsiyariya komîte ya CHAK ê li paytexta Almaniya Berlinê kiriye.

Mecîd Heso li Dezembera sala 2008´an de ji ber kar û xebatên xwe yên neteweyî û rolê xwe yê di bizava rizgarîxwaz ya kurdistanê de, ji endametiya dewra nehemîn ya civata giştî ya Kongreya Neteweyîya Kurdistanê (KNK) re tê hilbjartin û di komîteya çand û ziman de cî digire.

Di kongreya 11 ya KNK ku li 28-29.05.2011 li paytexta Belcîka Bruksel hatî bestin de ji bal civata gishtî ve, bo endametiya konseya rêvebiriya Kongreya Neteweyîya Kurdistanê KNK tê hilbijarin û li sala sala 2019 dibe berpirsê komisiona Ziman, Çand û Perwedeyê a KNK ê.