Bavê Şêx an jî Extiyarê Mergehê[çavkanî hewce ye] serokê di hiyerşiya dînî ya êzdiyan de ye. Ji kavin de ji babê şêx ra di gotin Baba Extiyar lê di borîn dem de û hatina şêx di nav ezdiyan de peyva Baba Extiyar wek Babê Şêx hat gihortin.

Karê Bavê Şêx biguhêre

Di dînê êzdiyan de Bavê Şêx wek xelîfê misilmanan û papasê filehan e[çavkanî hewce ye]. Ev kes di rex newala Laleş de li gundê Êsiyanê rûdinê û rizanên dînê êzdiyan digerîne. Di dema qewimîna şolên mezin de Bavê Şêx xwediyê gotina dawiyê ye û herçiya ew bêje, dê welê be. Her êzdiyê ku derî dînê xwe tiştekî bike, Bavê Şêx wî heram dike. Gava gunehkar here, ber destê wî tobe bike, dikare piştî hin dêlindêz û merasim wî kesî helal bike[çavkanî hewce ye].

Êzdiyek bi kirina sê tiştan heram dibe:

  1. Êger ji malbatên Bavê Şêx, mîr, şêx û pîran bi yekê re zinayê bike.
  2. Bi biyaniyan re zinayê bike.
  3. Bi dilê xwe dînekî din bihewîne.

Kesê ku ji van her sê gunehên mezin yekê bike, bi fermana Babê Şêx û belavkirina pîran heram dibe. Kîjan gunehkarê ko ev cezayê han jê re bê dayîn, kesê êzdî jê direve. Reveke welê ku ne dikarin pê re bidin û bitsînin, ne herin mala wî û ne jî wî bihêlin mala xwe. Çi kesê ko mirovê herambûyî bihewîne, ew jî heram dibe. Na hege gunehkar ne xwediyê wê kirê be û bêgumaniya wî xweya bike, dê hînga here cem Bavê Şêx û tobe bike. Gava Bavê Şêx qîma xwe bi bêgunehiya wî anî û toba wî qebul kir, hînga destûra şûştina wî ji gunehan tê dayîn. Wê gavê yekê gunehkar dibe û di avên Zimzim û Kaniya- Sipî de dişo û di pişt re tê, sicada Îxtiyar maç dike û bi vî awayî ji gunehan tê şûştin û paqij dibe[çavkanî hewce ye].

Bijartina Bavê Şêx biguhêre

Bavê Şêx ji nav malbatên şêxan tê bijartin. Lê divê xwediyê sir û kerem be. Bavê Şêx heya tiştekî bê rê neke, ji Bavê Şêx nayête derxistin. Çi gava bêriyekê bike, hemî serekên êzdiyan digehene hev, wî ji Mergehê bi der dixin û ji malbata şêx yekî din dibijêrin. Bavê Şêx divê nezewice: na gava jî bike, rûmeta wî gelekî kêm dibe, lê ji jinekê pirtir nikare bîne. Eger di malbatên şêxan de yekî jê re sir û kerem çêbe dikare sicadê Bavê Şêx bigire destê xwe û kes têkilî wî nabe[çavkanî hewce ye].

Çavkanî biguhêre