Barış Atay Mengüllüoğlu yan jî navê ku pê hatiye naskirin Barış Atay, (jdb. 22ê îlona 1981ê li bajarê Wilhelmshaven, Almanyaya Rojava) siyasetmedar û lîstikvanekî tirk ê ku bi eslê xwe ereb e û di sala 2018an wek parlementerê bajarê Xetayê hatiye hilbijartin.[1][2]

Barış Atay
Navê rastî
Barış Atay Mengüllüoğlu
Jidayikbûn22ê îlona 1981ê (42 salî)
EsilEreb
HevwelatîTirkiye
PerwerdeZanîngeha Yedi Tepeyê, Zanîngeha Kadir Hasê
PîşeSiyasetmedar, lîstikvan
Meqam
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (Hatay, 2018–2018)
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (Hatay, 2018–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
HevjînBeste Sultan Kasapoğulları (zw. 2013)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Barış Atay Mengüllüoğlu, di sala 1981ê de li Almanyayê ji dayik bûye û heta sala 1999an li navçeya Mengüllü ya Xetayê jiyan kiriye. Li Beşa Biyolojî ta Zanîngeha Çukurovayê de dest bi xwendina lîsansê kir, lê ji ber meraqa şanoyê û jêhatiya xwe yê şanoyê, di sala dawî ya xwendina xwe de, dev ji xwendina xwe berdaye. Piştre diçe bajarê Stenbolê û dest bi xwendina Beşa Şanoyê ya Zanîngeha Yedîtepeyê de dike û beşa şanoyê ya vê zanîngehê diqedîne. Di sala 2011ê de li Zanîngeha Kadir Hasê di beşa Sînema-TVyê de dest bi masterê kir.[2]

Kariyera hûnerî biguhêre

Bariş Atay Mengüllüoğlu di destpêkê de di rêzefîlma Hacı ve Şöhret de lîstiye. Di fîlmên wekî Kavuk û Zincirbozan de rol wergirtiye. Wî bi karakterê Saffet ku di rêzefîlma bi tirkî ya Arka Sıradakiler de lîstiye, bal kişandiye.

Kariyera siyasî biguhêre

Bariş Atay di lîsteya Partiya Demokratîk a Gelan ji bo hilbijartinên giştî yên sala 2018an a Tirkiyeyê bû namzetê parlamenteriyê.[3] Li gorî encamên hilbijartina 24ê hezîrana sala 2018an wekî parlamenterê Xetayê hat hilbijartin.[4] Di 11ê çiriya pêşîn a sala 2018an de bi Erkan Baş re ku serok û damezrînerê Partiya Karkerên Tirkiyeyê ye, tevlî Partiya Karkerên Tirkiyeyê bûn.[5]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "'Barış Atay, Arap Alevileri için doğru bir karar'". ANF News (bi tirkî). Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ a b "TÜRKİYE BÜYÜK MİLLET MECLİSİ". www.tbmm.gov.tr. Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2022.
  3. ^ "Erkan Baş ve Barış Atay HDP'den aday oldu". www.cumhuriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2022.
  4. ^ "Kenan Sofuoğlu, Barış Atay, Alpay Özalan ve Saffet Sancaklı milletvekili seçildi mi?". www.haberturk.com (bi tirkî). 25 hezîran 2018. Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2022.
  5. ^ "Meclis'teki parti sayısı 9'a çıktı". www.haberturk.com (bi tirkî). 11 çiriya pêşîn 2018. Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2022.