Ezan

banga nimêjê
(Ji Banga mêjê hat beralîkirin)

Bi azan an bang, (bi erebî; أَذَان) bangevan bawermendan di rojekê da pênc caran bangî nimêjê dike. Belê di mizgeftên mezin da azan li ser minarê dihat bang kirin, lê îro azan bi piranî bi alikariya hoparloran tê bang kirin. Azana yekemîn di diroka ola Îslam ê da ji hêla Bîlalê Hebeşî li bajarê Mekkê hatiye bang kirin. Azan tim bi zimanê erebî tê bang kirin.[1]

Dubare Erebî Xwendin Kurdî
4x الله اكبر Allahu ekber Xwedê yê herî mezin e
2x اشهد ان لا اله الا الله Eşhedû en la îlahe îllallah Ez şehadetî dikim ku ji bilî Xwedê qet xudayekî din tune
2x اشهد ان محمدا رسول الله Eşhedû enne Muhemmeden resûlûllah Ez şehadetî dikim ku Mihemmed resûlê Xwedê ye
2x حي على الصلاة Heyya ale-salah Were nimêjê
2x حي على الفلاح Hayya alel-felah Were xilasbûnê
2x *الصلاة خير من النوم Es-salatu Xeyrun Mine'n Newm* Nimêj ji xewêbaştir e*
2x الله اكبر Allahu ekber Xwedê yê herî mezin e
1x لا اله الا الله Lâ îlahe îllallah Ji bilî Xwedê qet xudayekî din tune

(*) Ev cîh tenê di nimêja sivê de tê xwendin.

Banga nimêjê an jî banga mêjê, ew banga ku ji mizgeftê tê kirin di her waxtê ku wê bibe de ji bo ku herkesek herê mizgeftê û mêj bike. wekîn din jî, wate bangê, ew ku deme mêjê heya. Ku nîvro bû, di wê watê ku deme mêje nîvro hatiya, ku asrê bû, tê wê watê ku deme mêje asrê hatiya, ku mixribê bû, tê wê watê ku deme mêja migribê hatiya û ku aşayê bû, tê wê watê ku deme mêja aşayê hatiya. Dem, bi wê re tê ziman. Bang, bi dengê mirov tê kirin

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Nathal M. Dessing Rituals of Birth, Circumcision, Marriage, and Death Among Muslims in the Netherlands Peeters Publishers 2001 ISBN 978-9-042-91059-1 page 25