Azadiya ramanê, bi azad û bêî ku ti sînorana li pêşiya xwe nas bike hizirkirin a. Li ser azadiya ramanê, di vê sadsale me de, pirr nîqaş û danûstandin jî dihên kirin. Lê divêt ku mirov bibêje ku pirr mirov jî, ji ber ku cuda hizirî na, an hatina qatilkirin û an jî, hatina girtin û bi salan di zindanan de mana. Minaq, Musa Anter, ji ber ku kurd bû û li ser mafê civate nivîsand û hanî ser ziman, di sal 20ê îlonê de di sale 1992 î de hat kuştin ji aliyê rayadarên Dewleta Tirkî ve. Nivîskar û rewşenbîrekî kurd bû. Sînorkirina ramanê, di dema ku ne li gor pergealekê hatkirin û ser ziman, dihê kirin.

Rejimên ku totalîter in, li dijî hizrên cuda in. Minaq, Gramski li Îtalyayê, ji ber ku li ber rejime faşîst cuda hizirî, hat girtin û hat avêtin li zindanê. Li tirkî, îro, minaq, bi sadan, rojnamevan, parlamenter, rewşenbîr, bi hezaran kurdan re ji ber ku kurd in û mafê xwe yê azadiyê dixwezin di zindanê de na.

Di beşa azadiya ramanê de, hizir û bi serbestî hanîna ser ziman bi hev re di nav azadiya derbirinê de cih û war digirin.

Minaq, Bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dîtin jî, ji pirr aliyan ve dibê beşek ji vê mijarê. Îro, ti zaroyên kurd nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibîn in. Minaq, çend ku li Bakurê Kurdistanê, çend ku ser 25 milyonan re kurd dijîn û tirkî li ser wan metinger a, tenê dibistanek jî ji wan re nîn a. Nikar in behse mafê xwe bikin û bênina ser ziman. Ev jî, temenê wan, tê gotin ku "ne li gor destûrê ya" û hwd. Lê Ku destûr, li gor têgihiştina etnîsîteyekê hatibê nivîsandin û ku tenê li gor mafê wê parastina etnîsîteyê bê, wê hingî, bê temenê qedexekirinan û sensûran. Minaq, destûra tirkî, li gor têgihiştina etnisîteya tirkitiyê hatiya nîvîsandin. Ku kurd, bahse mafê xwe dikin û mafê xwe dixwezin, wê destûrê derdixina pêşiya wan û red dikin.

Çavkanî biguhêre