Kilama Arixê straneke şînê ya gelerî ji herêma Koçgiriyê ye. Ev stran piştî dengkirina Nilufer Akbalê di destpêka 1990ande hat nasîn. Serrastkirina qisan û awaz ji aliye Hasret Gultekîn ve hatibûn çêkirin. Kilam wek nalînek ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejaya Ezirganê ya 1939ê hatiye nivîsandin.

Di şeva navbera 26 û 27ê Kanûna 1939ê de erdhejeke mezin li herêma Ezirganê pêk hat û wek erdhejaya Ezirganê tê bibîranîn. Di qeydan de tê gotin ku ji ber erdhejê Erzingan bi temamî ji nexşeyê hatiye paqij kirin û gelek parêzgehên wek Sêwas, Toqad, Erzîrom, Gumuşhane, Amasya, Yozgad, Samsun, Gîresûn, Trabzon, Xarpêt, Meletî û herêma Dêrsimê jî ketine bin bandora erdhejê. Erdhej di rojnameyan de bi manşetên wekî "Erzedheja Erzinganê Bû Felaketeke ku Tevahiya Texmînan Derbas Dike" û "Bîlançoya Felaketê" cih girt. Di encama erdheja ku bi pileya pêla rûvî 7.9 û bi pileya 7.2 pile bû, 32.962 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 100.000 kes jî birîndar bûn. Di encama erdhejê de 116 hezar û 720 avahî hilweşiyane yan jî zirar dîtine. Ev erdheja ku di nav erdhejên herî mezin ên cîhanê de tê dîtin, weke yek ji karesatên herî giran ên erdhejê yên li Kurdistan û Tirkiyê derbasî dîrokê bû.

Tenê li Arixê, gundekî Macîrana Qoçgiriyê ya Saran, 200-300 kes jiyane xwe ji dest didin. Pîrekek di şîna wan de vê strana şînê dilorîne. Ev stran ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê û Arixê hatiye nivîsandin. Ji ber ku erdhej bi şev ji nişka ve di demsala zivistanê de pêk hatiye, gelê Qoçgiriyê di demsala zivistanê de di kolandina goran de ji bo miriyên xwe gelek zehmetî kişandine. Tê gotin ku ne tenê mirov, heywan jî di bin xirbeyan de mane. Ji ber ku avahiyên gundê Arîxê ji kevir û heriyê hatibûn çêkirin, ziyanên canî zêde bûn. [1]

Li wî gundî bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di hewaya serma ya berf û qeşayê de kesên ku filitîn, bêçare li rewşa piştî erdhejê temaşe dikirin. Hin kesan miriyên xwe ji bin keviran derdixistin, hinekan jî miriyên xwe defin dikirin. Tê texmînkirin ku ev şîn bi vî rengî hatiye afirandin: Yên ku ji erdhejê sax man, li ser miriyan nalîn digotin, da ku ew bikaribin vê serpêhatiya trawmatîk pêvajoyê bikin. Ev stran nifş bi nifş derbasî roja me bûye û îro yek ji girîngtirîn stranên muzîka kurdî ye.[2]

Kilama Arixê

Arix dibên lê gundê Saran
gava ku zelzele bû
lê lê dayê dused, sêsed mezel vedan

De lê lê lê
De lo lo lo

Hîvek vêket
hîva tijî ye
lê lê dayê kor bî (bibî), tu tenê xudanê law û qîza
lê lê ane yêk nebû zava, li serê silgavê


De lê lê lê lê
De lo lo lo lo

Arix dibên li devê çayê
mala erdlerizandinê bişewite ar berdayê
Qemîşê herdu biran nakim ku bikim kilamê

De lê lê lê
De lo lo lo lo

De palê palê
De mamê mamê

Girêdayinê derve

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Müzik Kutusu: Arıx". soL (bi tirkî). 26 kanûna pêşîn 2014. Roja gihiştinê 3 kanûna pêşîn 2024.
  2. ^ Demiroğlu, İsa (4 çiriya paşîn 2022). "Arıx Ağıdı'nın Hikâyesi". Malatya Söz (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 kanûna pêşîn 2024.