Apandîsît bi îltehebbûna rûviyê kor, rûviyê zêde xwe nîşan dide û nexweşiyeke pirr bi êş e.

Hin sîmptomên wê biguhêre

  • Di binê zik ê rastê de êşeke mezin
  • Bêmadeyî
  • Zêdetîna laş
  • Madelihevketin, verêş
  • Zêdelêdana dil

Li cem jinên bicanî dikare êş xwe di nava zik de jî bide der. Dîsa li cem kesên temendîrêj hin caran cihê êşê guherbar e. Tesbîtkirina apandîsîtê li cem temendirêjan dijwar e.

Terapî biguhêre

Heger apandîsît hatiye tesbîtkirin, divê sedî sed di nava 48 katî de were operasyonkirin. Pirranî terapî serkeftî ye, radeya mirinê tenê 0,001 % e. Di operasyonê de rûviyê kor tê girtin. Wekî tê zanîn rûviyê kor (zêde) bikêr nîne û jêkirina wê ziyanê nade organîzmayê. Heger operasyonê li dûv xwe ti komplîkasyon nehîştiye, nexweş dikare di demeke kurt de jiyana xwe wekî berê bidomîne.