Antares an Qelbeleqreb an jî α Scorpii (Alpha Scorpii) stêra tewrî geş a di komstêra dûpişkê de ye. Ew 550 salên roniyê dûrî dinê ye[1]. Navê wê tê mehneya dijê(antî)-Marsê. Xwedewanda yewnanî Ares, ji hêla Romiyan wek Mars dihat bi nav kirin. Çima ku rengê Antares dişibe rengê Marsê meriv dibe wan şaş bike, bi taybetî gava ku komstêr nêzîkî eklîptîk dibe, hana hatiye binavkirin. Navê wê yê din Qelbeleqreb (قلب العقرب, dilê Eqrebê) jî ji erebî derhatiye. Ew bi Deberan, Spica û Regulus ve yek ji çar stêrên geş ên nêzikî eklîptîk in.

Qiyaskirina Antaresê û bi rojê ve

Taybetmendiyên fizîkîBiguherîne

GeşîBiguherîne

Bi qedra zahirî ya 1,09 ew 15emîn geştirîn stêra li ezmana şevê ye. qedra wê ya mitleq jî -5,3 e û bi vê ve dorê 10.000 car ji rojê geştir e. Rûyê wê rêjeyî sar e û tenê 3.400 kelvîn e û vê lomê rûyê wê rengekî tirincî nîşan dide û pirr tîrêjên înfrarûj diçûrisîne ku bi çavên merivan nayên dîtin.

MezinahîBiguherîne

Eşkêla wê nêzî 1144 milyon kîlometre ye û ev nêzî 850 car ya rojê ye. Giraniya wê jî 15 car ya rojê ye [2]. Bi va eşkêla xwe ve bihata danîn şûna rojê wê şûneka heta Mars bigirta.

α Scorpii BBiguherîne

Antares bi stêreke li kêleke ya nebalkêş ve stêrcêwiyeke pêk tîne. Qedra wê ya zahirî 5,5 mag e. Bi vê ve ew xweyî geşiyeke 1/370 a Antares e û xweyî geşiyeke 170 car a rojê ye. Ew dorgerra xwe 878 salan, ango 550 yekeya astronomîk, de temam dike.

RaçavkirinBiguherîne

Gava ku Antares nêzikî eklîpktîk dibe, ji hêla roj, hîv û gerstêrkên din ve pêşî dikare li wê bê girtin. Pêşîlêgirtina paşîn a gerrstêrkekê 17ê îlonê 525 berî zayînê[çavkanî pêwîst e] ji hêla tebaxê ve hat pêkanîn, ya nêziktir jî ê 17ê çiriya pêşîn 2400î de dîsa ji hêla tebaxê ve bê pêkanîn. Lêbelê ew ji hêla hîvê ve 31ê tîrmehê 2009an de pêşî lê hatiye girtin[3].

Antares hersal di roja 31ê gulanê de hema di mideta şevê gîşê de dîtbar e. Ew bi roçûna re li dûv rojê, bi rohelat re hema li ber rojê heltê. Ew li dor 30ê çiriya pêşîn du-sê hefteyan li ezmana şevê, çima ku xwiyayî nêzika rojê ye, ne dîtbar e.

ÇavkanîBiguherîne

Girêdanên derveBiguherîne