Anadolu Ateşi (bi kurdî: Agirê Anatoliyayê) navê komeke zargotin û dansê ya tirkan e. Armanc û xebata wê ya bingehîn, wergerandina çand û zargotina kurdî bo tirkî ye.

Bingeha wê di sala 1999'î de tê avêtin û bi alîkariya wezareta çand û turîzma Tirkiyeyê, di demeke kurt de tê damezirandin û dest bi tevlîbûna festîval û pêşbirkan dibe. Kom hemî lîstik, govend û hilperkînên kurdan dike dewlendiya tirkan. Bi zargotina rengîn a kurdî, derdikevin qada navneteweyî û pesnê "dewlemendiya çanda tirkan" didin.

Ji aliyê gelek ronakbîrên tirk û kurd ve ev kom tê rexnekirin ku karekê gelek şermane dike û diziya çanda kurdî dike. Gorî gelekan jî ev kom di xizmeta asîmîlasyona kurdan de ye û ji aliyê dewletê ve tê fînansekirin.

Anadolu Ateşi, di 3'ê gulanê 2001'î de dest bi rêze pêşangehên navneteweyî dike û ji Japonê heya Libnanê li gelek welatan bi navê "danasîna dewlemendiya tirkan" derdikeve ser dikê. Heya niha zêdetirî 6 milyon temaşevanên biyanî ew temaşekirine û turîzma Tirkiyeyê jê gelek sûdwergirtiye.

Girêdanên derve biguhêre