Elî Xaminêyî

(Ji Alî Xameneyî hat beralîkirin)

Seyîd Elî Husêynî Xaminêyî ( 16ê Îlon 1939 ) bi navê Seyîd Elî Xaminêyî, oldarek misilman, muctehîd, deshilatdarê şîe û rêberê nimêja înê ya Tehran û rêberê duyemîn ê Komara îslamî ya Irannê tê nas kirin. Li gorî xalên 107 û 110 yên Destûra Bingehîn a Komara îslamî ya Iranê, ew rayedarê herî bilind ê welêt û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar e. Di heman demê de ew serokê Weqfa îslamî ye.

Elî Xaminêyî
Navê rastî
سید علی حسینی خامنه‌ای Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn19 nîsan 1939 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meşhed (Îrana Pehlewî) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎrana Pehlewî (1939–1979), Îran (1978–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Qom Seminary Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Meqam
  • Supreme Leader of Iran (1989–)
  • Member of the Islamic Consultative Assembly (Tehran, Rey, Shemiranat and Eslamshahr, 1980–1981)
  • President of Iran (1981–1989)
  • Commander-in-Chief of the Iranian Armed Forces Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Combatant Clergy Association
  • Islamic Republican Party (1979–1987) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Mansoureh Khojaste Bagherzadeh Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Mojtaba Khamenei
  • Seyyed Mostafa Khamenei
  • Seyyed Masoud Khamenei
  • Meysam Khamenei
  • Boshra Khamenei
  • Hoda Khamenei Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Seyed Javad Khamenei Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Khadija Mirdamadi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xizm
  • Ali Tehrani (sister's husband)
  • Farideh Moradkhani (niece) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malper
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xaminêyî di çar saliya xwe de dest bi dibistanê kir. Dûv re ew çû dibistana seretayî û piştî ku dibistana seretayî xilas kir derbasî dibistana ayîn bû . Wî xwendina xweya klasîk jî heya sala duyemîn a lîseyê domand. Wî xwendina xweya ayînî li dibistana Meşhed , Necef û Qom ê dît. Dema ku destûra vegotinê ji Seyîd Muhemmed Hadî Mîlanî werdigire nêzê 18 salî bû.

Di xortaniya xwe de, Xaminêyî bi Seyid Mojteba Nevab Sefevî, damezrîner û rêberê nifûzê fedaye îslametyê re civiya. Li gorî wî, yekem çirûskên motîvasyona şoreşgerî ya îslametyê ji hêla Nevab Sefevî ve di wî de hatine afirandin. Civîna wî ya yekem bi Ruhollah xumêynî re di sala 1336 hicrî de pêk hat. Nasîn û hevdîtina bi Rûhollah xumêynî re ruhê şoreşgerî yê Seyîd Elî Xaminêyî xurt kir. Li gorî armancên tevgera xumêynî, wî çalakiyên xwe yên dijî Pehlevî berdewam kir, û di dema van têkoşînan de, hukûmeta Pehlevî wî şeş caran girtin. Di 1977-an de, cendirmeyê wî sê sal sirgûnî îranranşehrê kir.Ligel zêdebûna protestoyên gelêrî di 1978-an de, ev ceza bê bandor bû û ew vegeriya Tehranê.

Piştî serkeftina şorişa îranê di Sibata 1978-an de, Seyîd Elî Xaminêyî bû endamê koma serkeftiyê şorişê, rêberê nimêja înê ya Têhranê, û cîgirê wezîrê berevaniyê. Piştî wê, ew yek heyam bû nûnerê Tehranê di Civata parlimana îranê de û du serdem jî bû serokkomarê îranê. Piştî mirina Rûhollah xumêynî di 1989 de, Meclîsa Pisporan ew wekî rêberê duyemîn ê îranê hilbijart. Ji sala 1373-an ve, ew wekî yek ji rayedarên îslamî û muctehîd ku ji hêla Civata Mamosteyên ayînî Qomê ve hatî qebûl kirin .

Kovara Forbes Xaminêyî di rêza 18mîn mirovên herî hêzdar ên sala 2015-an de rêz kir.