Ji bo agirvêxistinê

Kurdan ev bikar tanîn:

-Heste: hesinekî polayî bû, berê ji bo vêxistina agir bikar dihat.. -Qilê: Qile: Qil: gîhakî çolê ye, dema pelê wî hişk dibûn dibû wek pîşo zû vêdiketin.. Albeşk: kevirê {sewan} kevirekî şayik e.. kurdan ji bo agirvêxistinê ev hersê (pelê qil, heste û kevirê albeşkê} bikar tanîn…

Çima navê kevir bû {albeşk}:

Li gor nerîna min gotina {al} wata rengê Tirî ye, rengê Tirî ê bi rengê Gilyaz e; ew kevirê em mebest dikin ew jî rengekî wisan e û {beşk} dibe ew jî wek {berk} ango kevir e û heger bi wata {beş} bi kar hatibe ew jî tê wata vekirî an jî ronîdayî…

Çawa agir vêdiket:

Hindek ji pelên Qila hişkirî datanîn ser Albeşk û bi xurt Heste pêk dixijiqandin; çirsûk ji ber diçû û agir bi pelê Qile diket..

Piştî ko Cawê Çapanî hat welat, nema Qil bi kar tanîn. Ew Caw dikirin terîş, li nav hiriya pez{mih} didan baş heya têr don vedixwar; ew terîş li ber tavikê diraxistin, heya zuha dibûn û bi vî hawî datanîn ser Albeşk û heste pê dixistin…

Ezîz Xemcivîn

bider ber biguhêre