Ageş, agaş, agij yek ji dêvên mîtolojiya kurdî û Îranê de cih digire ye. Dêveke mê ye û navê wê di îraniya kevn de, ango di zimanê avestayî de tê wateya "nezerî, awir, çavîniyê".

Ola zerdeştîtiyê de bo temî û perwerdekirina bawermendan, ruh û kesayetî, bi hin sîmbolan hatine ravekirin ku yek ji wan jî dêv in. Heger olzan behsa karekterekê bigire ji kesayetiya cin, perî, dêvan sûdwerdigirt daku şagirt fêhm bikin.

Ageşê bi awirên xwe yên tûj, mirov nezerî dikir. Kesên çavînî bûn, bi nexweşiyên curbecur diketin, qeza û bela dihatin serên wan, heya bigire dimirin jî. Zerdeşt pêxember bi van peyaman dixwest bêje, "heger tu bi xwe bawer nebî, zana nebî, tenduristiya xwe baş xwedî nekî, bi gotin û eqilên nezanan tevbigerî, yek awirek jî dikare ziyanê bide te. Lewra te xwe bêhêz kiriye".

Ageş jî ji heft dêvên sereke yên Zerdeştiyan bo temî û perwerdekirinê bikardianîn bû.

Çavkanî biguhêre